Polîtîk

Operasyona dawî ya Tirkiyê li dijî PKKê ?

Rojnameya Almodon a erebî de nûçeyek di derbarê helesta PPkê ya devjêberdana çekan de hate ragihandin, nûçeyê de dibêje ku, PKKê nîvê meha Gulanê de devjêberdana çekan ragihand. Lê ev yek xuya nake ku bibe sedema rawestandina tevahî ya operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li dijî wê, ji ber nakokiyên di nav partiyê de li ser pabendbûna bi daxuyaniya ku di kongreya wê ya dawî de hatî weşandin.

Çekên li Iraqê ketin nav Sûriyê
Li gorî agahiyan, komên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hewl didin ku hin çekan li deverên ku ew li Çiyayên Qendîl û Deşta Şingalê li bakurê Iraqê ne biparêzin, tevî ku serokê PKKê Abdullah Ocalan berê ragihandibû ku PKKê dev ji çalakiyên çekdarî berdaye.


Ev kom hewl didin ku hin ji avantajên ku ji ber pişgiriya Îranê ji wan re peyda dikin sûd werbigirin, ji ber ku xuya ye Tehran naxwaze rola xwe û şiyana xwe ya bikaranîna wê li dijî Tirkiyeyê dema ku pêwîst be winda bike. Ev yek ji wan re imkanekî kêmbê jî, ji bo jiyanê peyda dike.


Ji aliyekî din ve, hin komên girêdayî partiyê tercîh kirine ku berê xwe bidin Sûriyeyê da ku li herêmên bakur-rojhilat ên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi cih bibin, ku têkiliyên wan ên nêzîk bi PKKê re hene. Ev kom, hemwelatiyên Sûriyene û di nav wan de hemwelatiyên Tirkiye jî hene.

Hinek ji van koman naxwazin vegerin welatê xwe û bi awayekî dixwazin çalakiyên xwe yên leşkerî bidomînin, ew dixwazin di bin sîha hêza ku Amerika parastina wan dike.
Eşkere ye ku HSD jî hewl dide bi rêya van koman pozîsyona xwe li ser erdê xurt bike, berî ku bi rêveberiya Sûriyeyê re bikeve danûstandinên nû da ku mekanîzmayên entegrebûna HSDê di dewleta Sûriyeyê de diyar bike.


Tirkiye bi awayekî çalak li herêmê amadekariyan dike ji bo rûbirûbûneke biryardar li dijî komên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ku çekên xwe deynin red dikin. Enqere balê dikişîne ser têkiliyên xurt bi Iraq û Sûriyeyê re da ku destûra pêwîst ji bo operasyonên leşkerî bi dest bixe, ku rayedarên Tirk gefê li wan dixwin, û tekezî li ser çavdêriya pabendbûna PKKê bi daxuyaniya çekdanînê dikin.


Raportên rojavayî yên ku avakirina kanalek ragihandinê di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de li Sûriyeyê piştrast dikin, xuya nakin ku ji hewldanên ji bo avakirina rêkeftinên siyasî û ewlehiyê yên ku dê bingeha pêwîst ji bo operasyonên leşkerî li dijî komên “Partiya Karkeran” peyda bikin, cuda bin. Ji ber tevgera girseyî ya kadroyên partîyê ya vê dawiyê ber bi axa Sûrîyê ve, muhtemelen Sûrîye dê bibe qada sereke ya vê pevçûnê.
Ev kanala ragihandinê ya Tirkiye-Îsraîlê dê bibe alîkar ku fikarên Îsraîlê yên li ser çalakiyên Tirkiyê li Sûriyê kêm bibin, bi vî awayî dê piştrast bike ku ti çalakiyek leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê neyê astengkirin.
Ne guman e ku rêveberiya Trump di dawiyê de operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê ya bi armanca jiholêrakirina komên mayî yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pesend bike. Wisa xuya dike ku Washington bi awayekî neyekser piştgirîya hilweşandina PKKê dike, ku hêdî hêdî bûye amrazek bandora Îranê li Iraq û Sûrîyê. Operasyoneke wiha dê entegrekirina aliyê din ê di nav HSDê de di nav rêkeftinên çareseriya Sûriyeyê de hêsan bike, ji ber ku ew ê xwe ji zexta ku ji hêla kadroyên partiyê ve tê kirin rizgar bike.

Back to top button