Operasyon û çelakiyên çekdarî nabê aşitî
Balefirên cengî yên Tirkiye devera Çiyayê Qendîl bombebaran kirin. Çekdarên PKKê li bajarê Mêrdînê êrîş birin ser cihek yê polisan polîsek jiyana xwe ji dest da.
Leşkera li herêma Mêrdînê operasyonek berfireh kirin di encam de di navbera çekdarên PKKê û leşkeran de şer derket û li gora nûçeyên medya Tirkî radigihînin 7 çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dan.
Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan axavtina gruba partiya xwe de vekirî eşkere kir ku dê operasyon nesekinin.
Niha ji aliyekî ve her du alî bangî helxê dikin ku dixwezin herkes pişgiriyê bide pêvajoya hevdîtinên li gel Ocalan çedibin. Her du alî behsa sekinandina şer dikin û kaşo dixwazin aşitiyê ava bikin.
Lê dixweyê ji berî her tiştekî her du alî pêwiste baweriyê bidin ku ew ji dil dixwazin aşitiyê pêkbînin.
Ji aliyekî ve hevdîtin ji aliyek din ve şer û çelakiyên çekdarî. Gelek zehmet dibe ku baweriyek di nava xelkê de ji bû dawî anîna şer bête avakirin.
Dema pêvajoya sekinandina şer destpê kir, divê operasyon dawî werin û çelakiyên PKK yên çekdarî bisekinin.
Lê ji bo ku herkes tehnî aşitiyê ye û herkes dixwaze rojek zûtirîn dengê çekan bisekine û dawî li vî şerê qirêj werê bi hêvî li vê pêvajoyê dinêrin.
Nûçe/Analîz
D.J/Rojeva Kurd