Polîtîk

Ocalan kandîdatê kîye?

Vecîde Karagoz yek ji berpirsê Platforma Demokrat a Kurd e. Hevpeyvînek li gel Kanala Televizyona Rûdawê daxuyaniyên balkêş dan.

Li ser pirsekî Karagoz behsa damezirandina PDKT kir û got: “ partiya me û PDK-T ji hev cihê ne ji ber ku em li ser rêbaza Mela Mistefa Barzanî xebat dikin her wiha em xwedî dîrok, xebat û şehîd in, ya din, partiya me ji sala 1965an ve bi serokatiya Fayîq Bûcak hatiye“

Dixweyê Karagoz di derbarê dîroka PDKT ne xwedî agahdariye. Her kurdek dizane ku PDKT ji aliyê şehîdê nemir Seîd Elçî û 4 hevalên wî ve hatiye damezirandin. Piştî damezirandinê demekî şehîdê nemir Faik Bucak tevlî refên PDKT bûye û herweha bûye serokê Partiyê.

Ji aliyek din cihê pirsêye gelo xanima Karagoz kengê bûye endamê PDK-Bakur? Lê tê zanîn ku serokê PDKT M.Emin Kardaş ji 40 salî hirda endamê PDKT ye.

Dema mirov di siyasetê de behsa hêzek din bike divê dîroka wê hêzê û ya xwe baş bizanibe.

Li ser pirsa pêvajoya Aşitiyê jî Karagoz dibêje: pêvajoya aştiyê ne zelal e çimkî ne hikûmet û ne jî aliyê kurd tiştên eşkere û vekirî ji cemawerên xwe re negotine lê em piştgiriya pêvajoyê dikin, helbet serkeftina pêvajoyê nayê wateya çareserkirina pirsa kurd çimkî ev mesele, meseleya Kurdistanê ye.

Gelo Karagoz dema behsa aliyê kurd dike armanca wê tenê PKK ye? Başe ew xwe jî wek aliyek kurd di vê prosesê de nabîne? Partî û hêzên din li Bakur çine?

Karagoz, li ser îhtimala ku Ocalan bibe namzedê serokomariya Tirkiyê dê pişta wî bigirin yan na jî got, helbet ev mijar hinekî girêdayî Îmraliyê ye lê eger Ocalan bibe namzed emê piştgirî bidinê.

Bakî Firat/Rojevakurd

Back to top button