Ocalan ji girtiyan xwest ku çalakiyê bi dawî bikin
Li Girava Îmraliyê Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan bi brayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtinek pêk anîye. Piştî ji Îmraliyê vegerê, Mehmet Ocalan peyama Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Ocalan ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne xwestiye ku çalakiya xwe bêdudilî bi dawî bikin.
Îro brayê Serokê PKKê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, çûye Girava Îmraliyê û hevdîtin pêk anîye. Mehmet Ocalan, ji vegera Îmraliyê payama Abdullah Ocalan ji rayagiştî re parve kir. Abdullah Ocalan bang li girtiyên di grevên birçîbûnê de ne kiriye ku, bila bêdudilî, hîn ku dem derbas nebûye, çalakiya xwe bi dawî bikin.
Mehmet Ocalan peyama Abdullah Ocalan wiha bi rayagiştî re parve kir: “Îro min bi kekê xwe yê ku li Girava Îmraliyê tê girtin, birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke rû bi rû pêk anî. Wî ji min xwest ku zûtir ez peyama wî a di derbarê grevên birçîbûnê de bi rayagiştî re parve bikim. Banga kekê min wiha ye, ‘girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirine, wana karên ku pêwiste yên derve bikin girtine ser milên xwe. Kesên li derve, bila berpirsyariya xwe, nexînine ser milên girtiyên ku di nav çar dîwaran de ne, nexweş in û di bin mercên zor de ne. Çalakiya greva brçîbûnê, ez wek şêweyeke çalakiyê her çiqas taswîp nekim jî, ku pêwîstî bi çalakiyeke vî rengî hebe, ne yên li zindanan, îcab dike ku kesên li derve bikin. Çalakiya greva birçîbûnê gellekî watedar e. Vê çalakiyê deng daye û gihaştiye armanca xwe. Bila qet di bin ti teredutan de nemînin û çalakiya xwe bi dawî bikin. Ez ji vira ji hemû çalakgerên di greva birçîbûnê de ne û bi taybet jî ji koma yekem û duyem re slavên xwe dişînim.’