Polîtîk

Ocalan dixwaze tenê li Îmralî bimîne

Li Gora nûçeya Gazeteport a Tirkî, serokê PKKê Abdullah Ocalan tu girtiyên din li Îmralî naxwaze.

Wek tê zanîn sala 2009ê ji bo Ocalan tenê nemîne li ser daxwaziya wî 5 navên ku Ocalan xwestîn rêkirin Îmraliyê. Ji wan 5 kesan 4 ji doza PKKê de hatibûn girtin yek jî doza çepên Tirka TIKO yê de girtîbû.

Serokwezîrê Tirkiye Erdogan civînekî li gel parlementerên AK Partiyê de,behsa vê yekê kiriye û gotiye:  Me hinek girtiyên din rêkirin Îmralî ba Ocalan, ewî bi xwe ew nav gotin me. Lê niha ji wan acize û dixwazê ew ji Îmralî herin cihekî din. Erdogan da xuyakirin ku piştre ev pirsgirêk hatiye çareserkirin.

Li Kendava Îmralî, berpirsek 3 cîgirên berpirs 34 gardiyan , doktorek û 700 leşker hene. Girtî û karmendên li Îmralî yek cureyê xwarinê dixwin. Girtî di odeyên 11.8 m çarkuşe de de diminin. Girti di heftiyê de 3 demjimêran li gel hev civînê dikin sohbetê dikin.Du rojan dikarin bi hevre Voleybolê bileyzin.

Girtiyên Li Îmralî dimînin:

Şehmuz Poyraz: Sala 2005ê ji bo tecrîda li ser Ocalan rakin ket greva birçîbûnê. Cezayê wî muebet a girane.

Cumali Karasu: 1994ê li Stanbulê bi tuhmeta kuştina 5 leşkeran hatiye cezakirin.

Bayram Kaymaz:Doza PKKê de girtiye.

Hasbi Aydemir: Li Bingolê şerekî de sala 1998ê hatiye girtin.

Hakki Alkan: Girtiyê doza TIKO ye.

Girtiyên Îmralî hemû jî bi muebet hatine cezakirin.

Back to top button