Cîhan
Obama û Erdogan behsa Suriye kirin
Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan li Amerîkayê hevdîtinek li gel serokê Amerîkayê Obama pêkanî. Piştî hevdîtinê Obama û Erdogan derketin himber medyayê û naveroka hevdîtina xwe dan ragihandin û bersiva pirsên rojnemevanan dan.
Rewşa Suriye babetê herî girîng bû di vê hevdîtinê de.
Di derbarê Suriye de biryarên di vê hevdîtinê de hatîn standin evin:
Dê pişgiriya opozisyona Suriye bête kirin.
Nabe Suriye bibe zemînek ji tevgerên terorîst re û dê ev yek bê asteng kirin.
Divê mafê hemû gruban bê pêkanîn.
Rê nadin ku çekên kîmyawî bîne karanîn.
Dê qada nevnetewî de Samê bihêlin tenê.
Wê Esed herê û û desthilatek ku mafên gel yîn rewa pêkbîne bê li ser hukum.