Obama : Li İraqê şer qediya niha dora aboriye
Serokê Amerîkayê Barack Obama rola artêşa Amerîka ku li İraqê de bûn doh şev bi awayekî resmî qediyaye a niha jî em dixwazin pirsgirêkên aboriyê çareser bikin.
Obama gotara xwe ya duyemin li Qesra Spiyê de got : Amerîka li İraqê bedelekî giran da di nava 7 sala de 4400 leşker mirin û nêzîkî 1 Trilyon Dolar zirarê da aboriya Emrîka.
Obama : ‘’ Operasyona Azadiya İraqê’’ biserket. A niha xelk berpirsyarê ewlekariya İraqêne û piştgiriya me ji xelkê İraqê re berdewama.
Dawîanîna şer hem ji bo berjevendiyê İraq hem jî ê Amerîkaye. Dema ku li hundirê budçeyê me li ber tengasiyê de bû lê ji bo İraqê me butçeyê xwe yê derva jî qedand. Emê niha jî rûpelên nû vedikin.
Hezar Leşkerên Amerîkayî li İraqê man
Barack Obama da zanîn ku li İraqê barê me sivik bû Û ji ber vê yekê jî emê giraniya xwe bidin li ser Afghanîstanê û şerê ku li hemberî El-Qaîdeyê têne meşandin divê emê serkevin.
Leşkerên cengî yên Amerîkayî hefteya berê ji İraqê vekişiyabûn. Li İraqê 50 Hezar leşker man. Ew leşkerana ji bo alîkariyê artêşa İraqê diman û sala bê jî ew jî ji İraqê derkevin.
Li İraqê êrîşên teroristî kêm nebûye û ji hilbijartina meha Adarê heta niha Hikumetekî nû nehatiye avakirin.
Doh jî Serokwezîranî İraq Nurî El Malikî jî daxuyakir ku piştî derketina hêzên Amerîkayî İraq bû welatekî serdest û serbixwe.