Kultur

Beşa Kurmancî ya AKnewsê vebû

 Piştî ku yekşemiya derbasbûyî nûçeyên beşên Almanî, Kurdî (Kurmancî), Tirkî û Farsî yên wê hatin rawestandin, cardin Ajansa Kurdistanê (AKnews) beşa kurmancî ya xwe destpê kir.

Vekirina beşa Kurmancî di AKnewsê de ji ber daxwaziyên zaf yên kurdên bakur bû ku piştî rawestandina wê beşê, di çend ragihandinan de nîşan dan.

Li gorî Rêveberên AKnewsê Bedran Ehmed Hebîn jib o ku beşên kurdî (Soranî), Erebî û Îngîlîzî berfireh bikin û di dema 24 demjimêran de ew beş nûçeyan belav bikin û vekirî bimînin, me biryar daye ku ji îro ve beşên Kirmancî, Tirkî, Farisî û Almanî tên daxistin.

Piştî belavbûna wê nûçeyê, nerazîbûna kurdên bakur (Kurdistana Tirkiye) lê ket, bi wê ku kurdên başûr zaraweya Kurmancî pişt guh dixin, her wiha daxwaza vekirina beşa xwe kirin. Çend şavkaniyên nûçeyan yên Kurdistana Tirkiye di malpera xwe de AKnewsê bi malpera herî baş ya kurdan dan zanîn.

Her wiha destnîşan kirin ku AKnwsê bi kurmanciyek baş xizmeta gelê kurd dikir û ew çaverê bûn ku beşên din wekî Zazayî jî zêde bike ne ku Kurmancî dabixe.

Îro Hebîb wiha daxuyand, “Beşa Kurmancî tê vekirin, ew jî ji ber daxwaziya zaf a kurdên bakur bû, lê beşên Tirkî, Farsî û Almanî nayên vekirin”.

AKnews ajanseke niştimanî ya serbixwe ye ku destpêka Mijdara sala 2008’an hatiye damezirandin.

 

(Avestakurd)

Back to top button