Cîhan

Obama: Divê Îran rêya diyalogê hilbijêre

Komara Islamîya Îranê, doh dest bi pîtandina uraniyumê kir û ragihand ku, dê Îran bi rêjeya ji %20-ê uranyumê bipîtîne û dê ev karê han, li bingeha Natanz a atomî bitê encamdan.
Serokê Amerîka di vê derbarê  de, di kongireyeka rojnamevanî de ragihand ku, divê civaka navdewletî  xwedîyê yek helwestî  be û rê nede ku Îran, dijî biryarên wan dekeve.
Barak Obama got: Em weha dibînin ku, hîna jî deriyê çareseriya  aştîyane vekirî ye. Divê desthilatdarîya Îranê rêya diyalogê hilbijêre, da ku ev pirsa han bitê çareserkirin.
Îranê jî dibêje, ku mebesta wan ji evê bernameya wan a atomî, ne ji bo çêkirina bomba atomî ye û tekez dike, ku ev bernameya han ji bo armancên aştîyane ye.
Niha, Israyel, Amerîka, Fransa û Brîtaniya daxwazê dikin, ku sizayinî (muede) bêtir û dijwartir bi ser Îranê de bihên sepandin û radigihînin, ku Îranê dixwaze bomba atomî pêkbîne bike.

Back to top button