Neteweyên Yekbûyî biryar da ku dewleta Îranê tazmînatê bide mamosteya Kurd Zara Mihemed. Koma Xebatê ya Girtinên Keyfî yên di nava Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de biryara xwe ya li ser girtin û cezakirina mamosteya Kurd Zara Mihemedî weşand.
Di biryara de hat gotin ku Zara Muhammed di sala 2019an de bi neheqî hatiye girtin û hat diyarkirin ku Mihemedî di dema girtîgehê de ji alîyê Muhafizên Şoreşê ve rastî tundîya psîkolojîk hatiye. Koma Xebatê ya Girtîyên Keyfî diyar kir ku Mihemedî ji ber hînkirina zimanê dayikê hatiye girtin û destpêkê 10 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, piştre jî ev ceza bûye 5 sal.
Neteweyên Yekbûyî ji Îranê xwest ku tazmînatê bide Zara Mihemedî û daxwaz hat kirin dosyayên kesên ku li welêt zimanê xwe yê zikmakî hîn dikin bên girtin. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz ji Îranê kir ku mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê ya neteweyên li wî welatî nas bike, herwiha daxwaza rawestandina binpêkirina mafên çandî û zimanî yên Kurd û pêkhateyên din kir.
Ji alîyê din, Zara Mihemedî di derbarê girtin û cezayê xwe de axivî û got:
“Eşkere ye ku pirsgirêka zimanê Kurdî ne tenê bi ziman ve girêdayî ye, di heman demê de bi nasnameyê re jî girêdayî ye”. Mihemedî di derbarê cezayê ku jê re hatiye dayîn de jî got: “Ji ber ku min dersên Kurdî daye ev ceza dane min. 10 sal in di Komeleya Nûjînê de mamostetîya Kurdî dikim. Eşkere ye ku pirsgirêka zimanê Kurdî ne tenê mijara fêrbûna ziman e, bi nasnameya Kurdî ve jî girêdayî ye. Ev jî bûye yek ji karên me yên herî girîng”.