Cîhan

NY: Divê Bexda bi rêkeftana Hewlêr û Bexdayê pabend be

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di civînekê de nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) got ku, ji bona çareserkirina kirîza êkonomî, hikûmeta herêma Kurdistanê neçar bû hin gavan pavêje û nefta xwe bêy Bexdayê bifroşe.Nêçîrvan Barzanî ku îro roja 16.07.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî Yan Kobîs nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) û şandeya pê re kir tekîd li ser helwesta herêma Kurdistanê kir ku dixwaze hemû pirsan bi Bexdayê re bi danşstandinan çareser bike: – Hikûmeta herêma Kurdistanê neçar bû ji bona çareserkirina arîşeyên xwe, bi taybetî çareserkirina kirîza êkonomî, hin gavan pavêje. Lê di heman demê de hikûmeta herêma Kurdistanê piştgiriyê li diyalog û danûstandinên bi Bexdayê re dike, bi awayekî em bigihin çareseriyeke minasib di berjewendiya hemû aliyan de be û di vî warî de em sipasiya rola NY dikin.Di civînê de, Yan Kobîs npnerê sekreterê NY, dilrehetiya xwe li hember wê hevkarî û hevahengiya di navbera saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê û rêxistin û ajansên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve heye diyar kir û ji bona wê hevkarî û hevahengiyê û ji bona wan alîkariyên pêşkeşî koçber û penaberan dike, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.Kobîs tekîd li ser wê yekê kir ku, NY piştgiriya xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên ji bona çareserkirina pirsên navxweyî û pirsgirêkên digel Bexdayê bi rêya diyalogê, dike û tekîd li ser wê yekê kir ku divê hemû alî û bi taybetî Bexda bi rêkeftin digel Hewlêrê pabend be.

Back to top button