Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Miroslav Jinka Cîgirê Sekreterî Giştiyî NY bo karê siyasî û Jan Kubis Nûnerê Taybetiyê Sekreterê Giştiyê NY li Îraqê û şandeka pê re kir.Jinka bi giring nirxandina alîlkariya navbera Pêşmerge û Leşkerê Îraqê, supasiya Gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo parastina pêkhatiyên olî û netewî ji gefên terorê û dabîn kirina xizmetkarî ji penaber û koçberan re.Her wiha got Neteweyên Yekgirtî li ser hewlên xwe tevî civaka navdewletî berdewam dibe ji bo pitir alîkarî kirina Herêma Kurdistanê ji bo pirsa koçberan. Berhev bûna xwe jî nîşan da ji bo çê kirina her cure diyalog û danûstan navbera Bexda û Hewlêrê ji bo çareser kririna pirsgirîkan.Serokwezîr ji aliyê xwe ve xuya kir Herêma Kurdistanê her dem hembêza xwe ji koçber û lêqewmiyan vekiriye, lê ji ber kirîza drarayî, şiyanên hikûmtê ji bo alîkarî kirina koîberan sinûrdar e. lewma divê civaka navdewletî bi rêya NY an rasterast alîkariya Herêma Kurdistanê bike.Derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, xuya kir li demên mehên borî hamahengiyeka baş navbera her du aliyan çê bûye û ji ber vê kekê serketinêm mezin bi dest hatine. Lê di hin warên din hemahengî û alîkarî negihiştiye vî astî, berhev bûna hikûmetê jî nîşan da ji bo çareser kirina pirsgirîkên bi Bexdayê re bi rêya danûstanan.
Pêş
02/07/2025
“Erdogan ne serokkomare ew serokê cuntayê ye“..!
02/07/2025
Îdia: PKK îro çekên xwe radest dikin..!
Balkêş e ?
Close