Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 24.10.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel Yan Kobîş şandiyê taybetiyê sekreterê giştiyê Netewyên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê û şandeya pê re civiya û Yan Kobîş li hember wan bûyerên çend rojên dawiyê li Kerkûk û deverên din qewimîn dilgiranya xwe nîşan da û got ku ew lêdixebitin ew alozî û pevçûn bên rawstandin.Li gor şandiyê Neteweyên Yekgirtî, ji bona bidawîanîna aloziyan divê aqarek minasib ji bo destpêkirina danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê amadekirin û êdî xelk koçber nebe.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekîd kir ku ji bona çareserkirina tevaya pirsgirêkan baştirîn rê diyalog û danûstandinên cidî yên navbera Hewlêr û Bexdayê ye. Serokwezîr diyar kir ku pêş û piştî referendûmê jî herêma Kurdistanê xwestiye bi rêya diyalogê hemû arîşeyan bi Bexdayê re çareser bike û di vê çarçoveyê de, ji bona amadekirina aqarê danûstandinan rola Neteweyên Yekgirtî û welatên hevpeymanan roleke giring dibe.Serowkezîr tekêd li ser wê yekê kir ku divê tevgerên leşkerî bên rawestin ji ber ku ew ne di berjewendiya aramî û asayîşa deverê de ye ê arîşeyan zêdetir dike.