Nurî Malikî teslîm bû
Berî heftiyekê serokomarê Îraqê, Heyder Ebadî ji kotleya Hevpeymaniya Niştimanî ya şîiyan weke serokwezîr raspard ku, hikûmeta nû a Îraqê pêkbîne. Ev yek bû cîyê dilxweşiya hemû aliyên îraqî û Amerîka û Yekêtiya Ewropayê, Îran û dewletên erbî hemûyan pîrozbahî li Ebadî kir û piştevaniya xwe ji bo wî nîşanda.
Yê ku li dijî kandîdkirina Ebadî derketî bi tenê Nurî Malikî û çend kesên derdûra wî bûn. Malkî got ku, ew hikûmetê teslîm nake û xwest alkoziyan çê bike û kodetayekê bike. Lê Amerîka, Yekêtiya Ewropa, Îran û hemû dewletên erabî hişdarî da Malikî ku, aloziyan çênnek.
Piştî Malkî maye bi tenê û bi tyabetî Îranê jî pişta xwe da wî û çi rê ji bo wî neman, ew naçer bû duh bi şev gotareke di telefzyona fermiya Îraqê de xwand û got ku, ji bo xatira berjewendiyên Îraqê ew kandîdkirina xwe bo posta serokwezîrtiyê vedikişe û wê postê ji bo Heyder Ebadî dihêle.