Nûnerê NY rola Barzanî bilind nirxand
Emanoel Jeniyak Berpirsê Herêmê ya Komîsyona Bilinda Penaberên Cîhanê: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rolekî mezin li yarmetîdana koçber û penaberan de dîtiye û eve jî cihê destxweşiya me û rêxistinên Neteweyên Yelgirtî(UN) û aliyên Hikumî û civaka navdewletî bû
Bi helkefta salvegera roja ji dayikbûna bavê ruhî yê neteweya Kurd (Barzaniyê Nemir) û wekî wefadariyek ji bo xebat û westabûn û têkoşîna gelê Kurd, salane bi awayeke giştgîr hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bo derbirîna soz û wefadariya serkirdeyê nemir, serdana gora Mezarê Nemiran (Barzaniyê Nemir û Kake Îdrîsê herdem li bîr) dikin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî pîşeya herdemiya xwe salane vê salvegerê bilind dinirxîne û tacegula rêzgirtinê li ser gora nemiran datîne. Ji bo îsal jî hemû xebakarên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, heman demî de mîhvandariya (9) rêxistin û komîsyona navdewletî û xêrxwaziya kir û wan dawetî vê roja mezin kir. Şanda mîhvan li ser gora Mezarê Nemiran gotarek pêşkêş kirin. Li vî derbarê de birêz Emanuel Jînyak Berpirsê Herêmê ya Komîsyona Bilinda Penaberên Cîhanê gotarek pêşkêşkir û ragihand: Bi min xweşe di destpêkê de spasiyeke bêpayan li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikin bo ku wan vê derfetê ji bo me rexsand heta bibim beşek ji vê rojê ku roja ji dayikbûna Serokê Mezinê gelê Kurd Mistefa Barzanî. Her wiha got: Min şerefa ewe hebû sala par jî li vir bim û ez bawerim Mistefa Barzanî remzê lêxweşbûn û azadî û karê xêrxwaziya mirovî bû… Ew bîr û baweriyên îro Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî peyrew dike li yarmetîdan û hevkarî kirina penaberan. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Komîsyona Bilinda Penaberan li hevbeşiyekî berdewam li tevahiya Herêma Kurdistanê dike û cihê şerefêye ji bo me li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hevbeşiyê dabîn.
Em sersamîn û bi karên meydaniyan û karmendiyên meydaniyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û em hewlên wan yê bi navê koçber û penaberan bilind dinirxînîn. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rolekî mezin li yarmetîdana koçber û penaberan de dîtiye û eve jî cihê destxweşiya me û rêxistinên Neteweyên Yekgirtî (UN) û aliyên hikumî û civaka navdewletî bûye. Di destpêka tengasiyên sala par, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yek ji girîngtirîn û serekîtirînê wan aliyane ku pêdiviyên wan ji bo koçber û penaberan bi berdewamî dabîn kiriye. Wekî mînak alîkariyên bi giştî û dayîn xwarina germ li ser 150000 kesan li rojek da.
Her wiha Dezgehê roleke mezin li Çiyayê Şengalê de hebûye û jiyana xelkê rizgar kiriye. Niha jî Dezgeh bi hevbeşî li gel Encumena Penaberên Hewlêrê wargeha Behirke îdare dike.
Min pê xweşe îro bi navê Komîsyona Bilinda Penaberên Cîhanê spasiyên xwe ji bo vê karê mezinê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikin ku ji bo 250000 penaberên Surî û zêdetirê milyon û nîvek koçberan yarmetiyê pêşkêş kiriye. Îro Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nûnerayetiya gelek xweşikiya tevahiya bîr û baweriyên miroviyên serkirdeyê efsaneyê Kurd Mistefa Barzanî dike.
Paşê şanda mîhvan ku ji rêxistinên Neteweyên Yekgirtî, Komîsyona Bilinda Penaberan, Rêxistina Xoreka Cîhanî (WFP) û Hevya Sora Îmaratî û Îxaseya Îslamî û rêxistina Akit û Semêrîtan Pêrsî Brîtanî (LDS) û Ofîsa Hemahengiya Wezareta Navxwo ya karubarê Penaberan pêkhatibû serdana muzexaneya paşmayî û bi cîh mayiyên şehîdên enfalkiriyên Barzaniyan li Barzan kirin û têda bi çavê xwe dirindeyî ya rejîma Sedam û bêtawaniya gelê Kurd ji bo amadebûyan rûnkir.