Nûnera Neteweyên Yekbûyî Newroza gelê Kurd pîroz kir
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert Newroz li gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku Newroz sembola “nûkirina xweza û jiyanê” ye.
Jeanine Hennis-Plasschaert bi wesîleya Newrozê li ser platforma medya civakî X peyama pîrozbahiyê parve kir. Plasschaert, diyar kir ku Newroz ji bo me hemûyan bîranînek e ku divê em bi hev re ji bo aştî, paraztina gerstêrka xwe û ji bo nifşên pêşerojê jîngehek saxlem bixebitin.
Plasschaert, da zanîn ku li cîhanê gelek kes ji bo pîrozbahiya Newrozê amadekariyan dikin û got:
“Em nikarin vê rastiyê ji bîr bikin ku gelek kes êş û azarê dikişînin. Em ji wan re destpêkek nû, aştî û bextewariyê dixwazin”. Plasschaert bi dilgermî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Kurdên li seranserê cîhanê, Herêma Kurdistanê û hemû gelên Iraqê kir.