
Xanima Beyan Samî Abdulrehman Nûnera Hikumeta Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya peywendiyên telefonî li gel berpirsên îdareyên Amerîkî (Wezareta Berevaniyê û Nivîsîngeha Cîgirê Serokê Amerîka û Wezareta Derveyê Amerîka) guftûgoyê kir. Li van peywendiyan da Nûnera Hikumeta Kurdistanê ji bo piştgirîkirina berdewam ya Herêma Kurdistan û Iraqê spasiya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka kir.
Beyan Samî Abdulrehman li peywendiyekî telefonî da li gel xanima Simone Ledeen Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Berevaniya Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn ku nû li vê postê da destbikar kiriye, Nûnera Hikumeta Kurdistanê pîrozbahiyê li wê kir û ji bo destbikarbûna wê hêviya serkeftinê li erkê wê ya nû xwest. Heman demî de spasiyên Hikumeta Kurdistanê gihand ku bi taybetî ji bo wê hemahengiya bi hêz ya li navbera Hêzên Amerîka û Hêzên Pêşmerge de heye. Her wiha balkişand li ser rola girîng ya serkirdayetiya Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletiya dijî Da’îş. Heman demî de li beşekî dinê guftûgoyan da behsa wan gefan kir ku têne pêşiya Hêzên Pêşmerge û li gel dûbare serhildana Da’îş û her wiha astengiyên aboriyên li pêşiya Herêma Kurdistan û Iraqê ku ji ber belavbûna şewba virusa Korona û daketina nirxên neftê pêkhatine.
Ji aliyeke din ve Beyan Samî Abdulrehman Nûnera Hikumeta Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li peywendiyekî telefonî da guftûgoyê li gel Stephen Pinkos Şêwirmendê Bilindê Mike Pence Cîgirê Serokê Amerîka û Ludovic Hood Şêwirmendê Bilindê Karubarê Rojhilata Navîn li Nivîsîngeha Cîgirê Serokê Amerîka ku têda Nûnerê Hikumetê bi kurtî di derbarê pêşveçûnên dawî yên Herêma Kurdistan û Iraqê gotarek pêşkêşî berpirsên nivîsîngeha Cîgirê Serok kir. Li van peywendiyan da berpirsên îdareya Amerîkî pêzanînên xwe li ser rola serketiya Kurdistanê li rûbirûbûna şewba virusa Korona de hebû û her wiha têgihiştina wan li ser bandorên aborî yên ji ber qedexeya hatin çûnê û daketina nirxê neftê hebû. Her wiha her dû alî di derbarê hevkariyên pêşbînî kiriyên Amerîka yên li warên cûda cûda û hengavên berev pêkanîna kabîneya nû ya Hikumeta Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Li dirêjahiya peywendiyên telefoniyan da Beyan Samî Abdulrehman Nûnera Hikumeta Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li gel David Copley Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Iraqê re axivî ku li peywendiyê da li ser çendîn mijarên cûda cûda guftûgo kirin. Li nav wan guftûgoyan da babeta şewba virusa Korona û aboriya cîhanê û proseyên pêkanîna kabîneya nû ya Hikumeta Iraqê li Bexda hebûn. Nûnera Hikumeta Kurdistanê tekez li wê yekê kir ku helwesta Herêma Kurdistanê piştgîrî kirine li Serok Wezîrê raspardî Mistefa El Kazimî û dixwazê proseyên pêkanîna Hikumetê bê temam kirin.