Polîtîk

Nûçeyek nerast û derew

Rojnama Hewelatî gotarek ya peyvdarê hukumeta Kurdistanê nerast belav kiriye. Li ser vê nûçeya derew peyvdarê hukumetê daxuyaniyek belav kir û rastiya nûçeye radigihîne. Daxuyaniya Sefin Dizeyî peyvdarê hukumetê Rojnameya Hawelatî di çarçoveya hevpeyvîneke xwe de digel peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê wisa weşandiye ku qaşo peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê gotiye herêma Kurdistanê tu hêvî bi lihevhatina digel Bexdayê nemaye, em ji raya giştî re radigehînin ku, tu esas ji wan gotinan re nîne û peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê wisa negotiye,  hikûmeta herêma Kurdistanê bawerî bi danûstandin û lihevtêgihiştinê ji bona çareserkirina pirsgirêkên digel Bexdayê heye. Raste Bexda bi cîbicîkirina wê rêkeftina digel herêma Kurdistanê heye pabend nebûye, lê tevî vê jî danûstandin digel Bexdayê berdewam in  û em hêvîdar in em bikaribin hemû pirsgirêkan digel Bexdayê bi diyalogê çareser bikin.Sefîn DizeyîPeyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê  

Back to top button