Kultur

Nûbihara nû derket

Kovara Nûbiharê bi jimara xwe ya nû cara 113an weşiya. Xebata ku kete sala xwe ya 19an, meşa xwe ya dûr û dirêj, ya li ser çand, tore, edebiyat û zimanê Kurdî didomîne. Nivîsên di vê jimarê de jî hatine weşandin, mînanî her jimarê curecure û renareng in. Şayanê gotinê ye ku bê gotin, ji destpêke ve konsepta kovarê pirrengî, pirdengî û piralî ye. Loma, nivîsên der barê gelek mijar û babetên cuda cuda de naveroka xebatê dixemilînin û dewlemendiya wê zêdetir dikin.

Nivîsa destpêkê, ya gerînendeyê weşanê Süleyman Çevik e. Çevik, bi nivîsa “Kî mihtacî îrşadê ye” hewildanên pergalê yên li ser “ Îrşadkirin” û“Misilmankirina” xelkê Kurd disekine û vê polîtîka sîstemê ya nêtxerab û bedarmanc rexne dike. Di berdewamiya nivîsê de bal tê kişandin ser rewşa rojavayê Tirkiyê û gotin ku “Pêdiviya Îrşad û teblîxê li qeraxên deryayên rojava û li Traqyayê ji ya Kurdistanê gelekî zêdetir e.”

Nivîsa “Di wêjeya Kurdî ya gelêrî de çîvanok” ya Azîz Samûr  û berhevoka “Ji çîvanokên Kurdî”  ya M. Êhsan Hêvîdar dewlemendiya zargotina Kurdan bi awayekî vekirî li ber çavan radixîne. Herwiha di nivîsê de estetîka folklora Kurdan ya devkî jî rind xuya dibe.
Dûmahîka rêzenivîsên vekolînî yên li ser eşîrên Botan ku ji alî M. Mûnîr Tîmurtaş ve tê nivîsandin, “Eşîrên herêma Botan II.” Vê carê  eşîrên Welatî û Şikakî kirine dabaşa vekolîna xwe.

Xweşmêr bi nivîsara  “Belaxeta edebiyata qlasîk” berê me dide ser estetîk û belaxeta di edebiyata klasîk de veşartî.
“Analîza çîroka dirêj a ‘Di xew de’ ya Cemîl Saîb” mijara tehlîla Zafer Berdestî ye.
Hevpeyvîna ku Ehmed Akin li ser jiyan, edebiyat û felsefa Melayê Cizîrî Selman Dilovan re kiriye, numûnake hêjatirîn ji hevpeyvînên li ser vê meselê hatiye kirin e.

Bi munasebeta wefata neviyê Şêx Seîdê Kal, Şêx Muhemmed Seîd Firat: Mihemed Jiyan  û bi munasebeta wefata Îsmaîl Goldaş û Apê Torî jî: Felat Dilgeş nivîsandine.

Nivîsara Wisîf Zozanî ya li ser ziyareta Ewliya Çelebî bi ser Çewligê ve ku bi zaravayê Dimilî ve hatiye nivîsîn, mînakeke rind ya xebatên di vî warî de ye.
Tehlîlkirin nasandina kitêba Dîroka Kurd û Kurdistanê ya M. Emîn Zekî Beg, ji alî Mûrad Celalî ve hatiye kirin.
Wekî din.

Jan Dost, Zilkîf Xweşhêvî, Sidîq Gorîcan, M. Ali Aluç, Metîn Kewê Dilxêrî, Mem Xelîkan, Şemrexî, Mihemed Jiyan, Seydayê Cirnêreş, Yusuf Baği, Pîrê Kal, Abdusselam Melal, Hasan Huseyin Çevik, Peyrew Ronî, Mehmet Bozkoyun, Langstone Hughes, Ayhan Geverî û Azad Rêbiwar bi helbestên xwe.
Kamran Simo Hedilî, M. Zahir Ertekin, Bavê Xecê, Ahmet Gemi, Kenanê Nado, Kenan Erdencî, Abdulkadîr Bîngol, M. Nesîr Basneyî, Hemkoçerê Cezawîr, Rahmetullah Karakaya, Hatice Mollakendî, Ayhan Geverî û Hesen Polat jî bi ceribandin û çîrokên xwe beşdarî li vê jimarê kirine.
 

Back to top button