Civak

NRT şermezar kirin

Li Hewlêr komek berpirsên rêxistinên sivîl li ber ofisa kanala televizyona NRTê civiyan û siyaseta berpirsên NRT ku li dijê referanduma serxwebûnê ne protesto kirin.Wek tê zanin berpirsê kanala NRT Şaswar Ebdilwahid kampanyanek li dijê referandumê destpêkiriye û propagandeya ku xelk bêjin Na ji bo serxwebûnê dike.Herweha Ebdilwahid ji bo hinek welat pişgiriya referandumê nekir serdana hinek welatan jî kiriye.Tê zanin ku ev kanal bi pişgiriya Nuri Malikî û Îranê hatiye vekirin û siyaseta wan li Kurdistanê rêve dibe.Îro di vê pêvajoya dîrokî de kanala NRT li dijê gelên Kurdistanê û li dijê azadiya welatekî xebatê dike, yanî bi awayek din tawanek netewî dike û navê vê li himber welatekî xiyanetê. Ji bo vê jî pêwiste li hemû deverê bêne şermezar kirin û ew kanal û ew kesayet bêne herimandin.

Back to top button