Nivîsar

Nivîskar û hunermendên ku li gorî pêvajoyan xwe dihejînin

Nivîskar û hunermendên ku li gorî pêvajoyan xwe dihejînin…

Ku li gorî bayê rojane ‘fetlên nû’ didin hunera xwe…

Ku li gorî hewayê siyasetê xwe dikin wekî meymûnokên keskesor…

Ku li gorî ava rojevê govendeke ecêb digerînin…

Ku li gorî  ‘xal û xwarziyên siyasetê’ kumê xwe diguherînin…

Ku li gorî ‘daxwuyaniya dawî’ kirasê hunera xwe didirûn…

Divê ew bizanibin ku xirabiya herî mezin sere pêşîn li pêşeroja siyaseta kurd dikin!

***

Ji “XAYÎN”an bitirsin!

Lê ji kesên ku li ser pişta “xayîn”an dibin “qehreman”, bêtir bitirsin!

***

Erdogan dibêje ku „Ew pirsgirêka kurd nas nake!“, lê camêr belkî gotina kurdan ya “Zêr dizane, zor dizane, devê tivinga sor dizane!” xweş nas bike!

***

Dema Îbrahîm Tatlises û Mahsun Kirmizigûl behsa “aştî”yê dikin, ez dibêjim qey hingê aştiyê pê girt û çû çem û çem.

Ez dibêjim qey hingê havêna “aştî”yê xira dibe!

***

Divê Bakuriyên me carina gohê xwe bidin lezgîniya axaftina soranî, da ku fêm bikin bê ka kurmanciya wan çiqas heliya ye!

***

Li Kurdistanê du teoriyên qerase hene:

1- Heta pîvazên Kurdistanê azad nebin, dê meriv nikaribe behsa xwarinên Kurdistanê jî bike!

2- Dê meriv şevûroj behsa xwarinên Kurdistanê bike, heta ku pîvazên Kurdistanê azad bibin!

***

Heke meriv ji devê Bakuriyên me peyvên “heval, spas, rojbaş û serkeftin”ê derxîne, gelo dê çend gotinên wan bimînin?

***

Dema du kurd li ser “das”ekê nîqaş dikin, piştî sê deqeyê din nîqaş tê ser “tir”a şexsî disekine!

Loma “tir li ku, das li ku?”

***

Dema siyaset bikeve destê “zarok û mindalan”, helbet dê hingê her kes tenê behsa “çeqçeqok”ê bike ezbenî!

***

Dema Başûrî zimanê tirkî fêr dibin,dev ji zimanê kurdî bernadin!

Lê dema Bakurî zimanê tirkî fêr dibin, yekser dev ji zimanê kurdî berdidin!

***

Dema meriv hez ji welatê xwe bike, meriv serê pêşîn hez ji kevir û kuçikên wê jî dike mîrê min!


Evdile Koçer

[email protected]

Back to top button