Polîtîk

Nivîsîngeha Mesrûr Barzanî bersîva Soran Emer dide

Nivîsîngeha Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têda bersîva Soran Emer Parlementerê Komela Îslamî dide û daxwaza belgeyên rast û dirust dike û dibêje: Eger na berpirsiyariya yasayî ya wê nerastiyê li stuyê xwe bigre.

Daxuyaniyê de hatiye gotin: Soran Emer Parlementerê ser bi Komela Îslamî hinek daxuyaniyên nerast daye ku qaşo dahata hikumetê ji xerciyên wê zêdetire û her wiha behsa ewe kiriye ku Serokê Hikumetê qaşo xwediyê bankek û kompanyayeke mezine.

Her wiha berdewamiya daxuyaniyê de dibêje: Em li vir ji bilî wê yekê ku wan tometan red dikîn, bi navê eşkerekirina rastiyan ji bo welatiyên xweşdivî rêkarên yasayî li ber digrîn. Ev kese pêwîste belgeyên xwe radestî aliyên yasayî bike, eger na divê berpirsiyariya yasayî ya wê nerastiyê bigre stuyê xwe.

Back to top button