Polîtîk

Nivîsîngeha Erdogan nexşeya dagîrkeriya Kurdistanê belavkir

Nivîsîngeha Rêveberiya Erdogan nexşeya hêzên xwe yên li Kurdistanê belavkir ku ji 37 xalên serbazî pêkhatine eve jî belgeya dagîrkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Nexşe îro dûşem 06.07.2020 hate belavkirin û xalên serbaziyên Rêveberiya Erdogan li tixûbê Soran ve li Bakûrê Rojhilata Herêma Kurdistanê heta tixûbê Zaxo li Bakûrê Rojavayê Herêma Kurdistanê li xwe digre. Heman demê de sê xalên serbazî jî li nêzîkî Hewlêr û Başîk û Dihokê destnîşan kiriye.

Li nexşeyê da bi heman awayî ew cîh hatine diyarkirin ku hêzên Rêveberiya Erdogan bi navçeya bin kontrola hêzên ser bi PKK dizanin.

Li gor nexşeyê ew hemû cihên ku qaşo hêzên PKK têda cêgîrin, ji bilî çiyayê Qendîl û xalek li nêzîkî Qeladizê û Şingalê û wargeha Mexmûr, bûne navçeya şerê raste rast û hêzên Rêveberiya Erdogan têda hatine bi cîh kirin.

Li gor pîsporan ev nexşe belgeyeke dagîrkeriyê ye û dijî hemû peymanên navdewletî ye.

Back to top button