Nivîsar

Niştimanperwerî û nirxên netewî

Balkêş e, li bakurê Kurdistanê jî ev her sê sedem ango „ bêkarî, koçkirin û bikaranîna maddeyên hişber“ bûne sedemên kêmbûn û lawazbûna hest û hişmendîya netewî û Sendroma Stockholmê.

Nûrî Çelîk

Hebûn û tunebûna netew, millet yan welatekî bi hebûna nirxên wî ve girêdayî ye. Niştimanperwerî, ziman, çand û tore, dem û dezgehên netewî, artêş û hêzên ewlekarîyê, aborî û hestên civakê tev nirx in. Nirxên ku netew, millet û welatekî li ser lingan dihêlin û zînde dikin ev in.

Paraztina nirxên netewî bi perwerdeyê dest pê dike. Di serî de mal û malbat, dê û bav, û pitre jî bi dezgeh, dibistan û zanîngehan berdewam dike. Heger zarokên me ji hêlin û dibistanên serete neyên perwerdekirin û giyan û hişmendîya netewî di mejîyê wan de neyê çandin, Kurd û Kurdayetî di bedena wan de namîne û hestên netewî bi wan re çênabe. Çêbibe jî wê jar û lawaz be û wê girîngîyê nedin netew û netewayetîyê.

Îro em Kurd di wê rewşê de ne. Hest û hişmendîya netewayetîyê bi me re jar û lawaz e û her ku diçe em ji vê hest û hişmendîyê dûr dikevin. Jarbûn û kêmbûna hest û hişmendîya netewayetîyê berê me dide hişmendîya mirovayetî û humanîzmê û ev hişmendî me ji nirxên me yên netewî dûr dixe, me ji Kurdayetî û Kurdistanîbûnê dûr dixe. Ne tenê ev, herweha asîmîlasyonê li ber dilê me şîrîn dike û pê re girêdayî neyar dagîrkirên me jî bi me şîrîn dike û nirxên dagîrkerên me wek nirxên me bi me dide qebûlkirin. 

Îro em Kurd, bi taybet jî Kurdên Bakur, Sendroma Stockholmê dijîn.  Yanî, em bi hemû nirx û pîrozîyên xwe, bi dilgermî  nêzîkî neyar û dagîrkirên xwe dibin, bi hezkirin û evînî xwe pê ve girê didin. Ango, em bûne û dibin evîndarê celladên xwe û ji nirxên xwe yên netewî dûr dikevin. 

Millet yan civakek bi du tiştan ji hev dikevin. Parçekirin û bênirxkirina malbatê û pûçkirina nirxên civakê. Heger nirxên pîroz yên malbat û civakê aloz û bê wate bibin, malbat û civak ji hev dikevin û bêserûberî, anarşîzm û jihevdeketinek mezin dest pê dikeve. Ev yek bi taybet berê xort û ciwanan dide tore û adet, nirx û çand û kultura dagîrkiran. Bi taybet dewleta Romê bi destê hinek rêxistin û partîyên Kurdên bakur ev malkambaxî baş bi rêve bir û bi her şêweyî Kurd bi xwe ve pîne kirin.

Ji ber bakurê Kurdistanê ne dewlet yan nîv dewlet e, ji ber dezgeh û sazîyên me yên netewî tunene, heta bi cîhekî meriv rewşa Kurdên bakur fêhm dike. Lê dixuye ku heman malkambaxî li başûrê Kurdistan a ku nîvdewlet û azad e jî heye. Dixuye ku xort û ciwanên başûr jî ji hest û hişmendîya netewî dûr ketine,  dûr dikevin û ev yek di gotin û gazindên Mesûd Barzanî de jî eşkere dibe.

Serok Mesûd Barzanî,  di 22ê Tebaxa 2023an de li bajarê Dihokê li gel mamostayên zanîngehê û akademîsyenên herêma Behdînanê civîya. Mesûd Barzanî behsa rewşa navxweyî kir û diyar kir ku „hinek alî dixwazin nirxên niştimanperwerîyê û nirxên civaka Kurd têk bibin“  ûdaxwaz ji akademîsyenên ku li Duhokê civîyane kir ku li dijî vê yekê derkevin û nirxên niştimanperwerîyê bihêztir û xurttir bikin.

Di berdewamîya gotinên Barzanî de eşkere bû ku „ bêkarî, sedemên koçkirinê û bikaranîna maddeyên hişber“ sê sedemên girîng yên kêmbûn û lawazbûna hest û hişmendîya niştimanperwerîyê ne û ji Hikûmeta Kurdistanê xwest ku çareyekê ji van pirsgirêkan re bibîne.

Balkêş e, li bakurê Kurdistanê jî ev her sê sedem ango „ bêkarî, koçkirin û bikaranîna maddeyên hişber“ bûne sedemên kêmbûn û lawazbûna hest û hişmendîya netewî û Sendroma Stockholmê. Ev her sê sedem bûne sedemê koçkirin xort û ciwanan, mal û malbatan, lawazbûna niştimanperwerî û Kurdayetîyê. Tunebûna alternatîfek siyasî û Kurdistanî, siyaseta Tirkayetî û Tirkîyeyîbûnê jî helbet xwê bi ser vê brînê dadike, asîmîlasyon û têkbirina hest û hişmendîya Kurdan xurttir dike.

Bi kurt û Kurmancî; ji bo geşkirin û xurtkirina hest û hişmendîya niştimanperwerîyê yan divê em Kurd ji xwe re rêyek nû bibînin, yan rêyek nû vekin, yan jî divê em qîma xwe bi rewşa heyî bînin û bi qedera xwe razî bibin. 

Back to top button