Nivîsar

Niştimanperwerî

Niştimanperwerî, netewparêzî, netewperwerî nirxên pîroz in ku netew û milletan li ser lingan dihêlin. Netew û milletên ku li netewa xwe, li nirxên xwe yên netewî, li kesayet û hebûna xwe ya netewî xwedî dernekevin, mehkûmî windabûn û tunebûnê ne.

Her çi hikmet be niştimanperwerî di mejî û giyanê me Kurdan de kêm e. Bi taybet di mejî û hest û giyanê keç û xortên Kurd ên îro de kêm û lawaz e. Her çiqasî bi dev em behsa niştimanperwerî û netewperwerîyê dikin jî, di mejî, hest û giyanê xwe de em girîngîyek mezin nadin niştimanperwerîyê û niştimanperwerî di xwîna me de nakele. Ev yek ji bo hebûna me, ji bo pêşeroja me kêmasîyek herî mezin û xeterek mezin e.

Serok Mesûd Barzanî li Duhokê, bi malbatên şehîd û têkoşerên devera Behdînan, xwedîyên Medalya Barzanî û pakrewanên enîyên şer re civîya.

Serok Barzanî bal kişand ser astengî û metirsîyên li hember gelê Kurdistanê û bal kişand ser hişyarîya niştimanî, agahdarkirina ciwanan, pabendbûna bi prensîp û niştimanperwerîyê.

Hişyarîya niştimanî, perwerdekirin û agahdarkirina ciwanan, fêrkirina pabendbûna bi prensîp û niştimanperwerîyê, erk û wezîfeyek Kurdayetî û Kurdistanîbûnê ye. Di pêkanîna van nirxên pîroz de erk û karekî girîng û niştimanperwerî dikeve ser milên desthilatdar, rêvebir û erkdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Hişmendî, hest û giyanê niştimanperwerîyê bi rêya dezgehên xwendin û perwerdeyê geş û xurt dibin. Pir mixabin e ku îro ew hest û giyanê niştimanperwerîyê di nav ciwanên Kurd de (bi taybet di nav ciwanên Başûrê Kurdistanê de) pir kêm û lawaz e. Bi ziman herkes niştimanperwer û Kurd in. Lê di mejî, hest û giyanê xwe de ji bîrewerîya niştimanaperwerîyê dûr in. Ev yek kêmasîya desthilatdar û rêvebirên hikûmet û dezgehên perwerde yên Herêma Kurdistanê ye.

Bi ser ku parçeyên din ên Kurdistanê ne azad  û ne xwedîyên hikûmet û dezgehên fermî ne, bîr û bahwerîya Kurdayetîyê, niştimanperwerî û hestên Kurdayetîyê di mejî, hest û giyanê wan de zêdetir derdikeve pêş. Halbûkî divê ev yek li parçeyê azad, li Herêma Kurdistanê, li dibistan, dezgeh û zanîngehên fermî de ji parçeyên din zêdetir bûya. Lê mixabin tê dîtin ku li Herêma Kurdistanê zarok û ciwanên Kurd bi hişmendîyek netewî, bi giyanê niştimanperwerîyê nayên perwerdekirin.  Çi li Kurdistanê û çi jî li derveyî welêt, ciwanên Kurd ji mejî, hest û giyanê niştimanperwerîyê dûr in.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên wê divê çavên xwe ji vê kêmasîyê re negirin û divê zarok û ciwanên Kurd bi hişmendîyek niştimanî, bi hestên Kurdayetî û bi mejîyê Kurdistanî (Kurdistana mezin) perwerde û mezin bikin.

Nûçe | Analîz

Back to top button