Lîraya Tirkî kete asta herî nizim ya dîrokê û 1 dolara Amerîkî bû 10 lîra.
Di hefteyên dawîyê de lîraya Tirkjî bi berdewamî li hember dolara Amerîkî nirxê xwe winda dikir û aborîzan asta 10 dolarî wek xaleke pîskolijîk didît ku dikare bandorên neyînî li ser aborîya Tirkîyê bike.
Di demên dawîyê de bêkarî, enflasyon û buhayê mesrefên jîyanê li Tirkîyê zêde bûne û li gor anketan nerazîbûna hemwelatîyan jî bilind bûye. Bêguman gelek aborîzan di vê derbarê de şiroveyên cuda dikin. Lê ya ku dixweyê rewşa Tirkiye ya aborî ne başe û dê her derekî de biteqe. Bepirsên hukumetê hêja rewşa heyî qebûl nakin û dixweyê dê demek nêzik de, eger hilbijartinên pêşwext çêbibin rewş hêja xirabtir bibe. Ji ber ku ekonomiya hilbijartina dikeve rojevê û cardin rabûna li ser pîyan zehmet dibe