Li bajarê Aydina Tirkiye li navçeya Dinarê cardin nijadperestên Tirk êrîşê Kurda kirin.
Êrîş şevîdin demjimêr 19.30ê de pkahat. Di encama êrîşê de karkerek temen 25 salî bi navê Ozkan Tokay jiyana xwe ji dest da û 2 karkerên bi navê Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûn.
Karkerê hatî Kuştin û yên birîndar ji bajarê Wanê ji navçeya Ercîşê ne, piştî bûyerê kes û karên karkeran xwestin herin bajarê ku bûyer lê bûyî. Lê polisa rê nedan wan ew ji Ercîşê derkevin û herin ser temê zarokê xwe.Hinek jî ketina bajarê Afyonê de hatin sekinadin û rê nedan wan ew bikevin nava bajêr de.
Ciwanê hatî kuştin û yek ji yên birîndar birayê hevin. Bûyer bûye sedemê nerazibûnek mezin .Kesê kujer Tirkek nijadpereste û navê wî jî Omer A. ye, bi hêceta ku toz serde hatiye şerê karkera kiriye û ew dane ber guleyan.
Bûyerên bi vî cureyî roj bi roj di bajarên Tirkan de behtir dibin. Li himber vê yekê tenê hinek daxûyani têne belav kirin û pirs dikeve dadgeha û yên jiyana xwe ji dest didin ji kî xwe diçin.