Nivîsar

Nijadperestên Tirk êrîşe Barzanî dikin

 

Li Tirkiye neteweperest û nijadperestên Tirk rojane di medya xwe de şerê Barzanî dikin. Nivîskarê rojnama Yeni Mesaj a tirkî Orhan Dede nivisek ya xwe de rewşa Iraqê dinirxîne.Orhan Dede  behsa serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dike û dinivîse:

– Desthilatdariya Barzanî ji hukumeta nawendî ya Iraqê dûr dikeve, diviya ku ji veqetandina Barzanî ya ji Iraqê welatê ku herî zêde li xwe nexweş bîne Tirkiyebûya. Lê hukumeta Ak Partiyê bi hemî awayî arîkariya Barzanî dike.

 

– Barzanî jî ji vê cesaret digre û girêdanên navbera xwe û Iraqê de diqetîne.

– Berdevkê hukumeta herêmê Sefin Dizeyî daxuyaniyek ku bi navê hukumeta herêmê dayî dibêje “Yekitiya Iraqê li ser bingehê şirîkatiyekî hatiye avakirin. niha ev yekitî kar nake“ Dizeyî vekirî dide kifşkirin ku yekitî bi rêve naçe.

 -Em ji bîrnekin Mesud Barzanî di gotarek ya xwe de gotibû“ Eger Tirkiye xwe tevlî Kerkukê bike, emê jî xwe tevlî Diyarbekirê bikin. Lê di kongreyê Ak Partiyê de  bi germiyekî pêşwaziya Mesud Barzanî hate kirin û sloganîn ku “ em bi te şenaziyê dikin“ hatin avê tin.

 

-Ak Partî dibe sedemê hêzbûna Barzanî. Gelo sibe dê Ak Partî çi bersiva gelê Tirk bide?

 

Back to top button