Nihêniyekî pîrbûna mirovan eşkere bû
Lêkolîna zanayan wê yekê eşkere kiriye ku li nav kurahiya deryayan da cûreyek giyanewer (Bûk)ê Deryayî heye ji ber ku dikarê berdewamî şikla leşê xwe bigûhere, dikarê herdem zîndî bimînê.
Giyanewereke din jî ku kariye bi sedema nûkirina leşê xwe herdem zîndî bimîne, ew jî her li nav avê de dijî û navê wî/wê (Hêdra)ye.
Niha zana li pey wê yekê ne ku gelo dikarin ji mekanîzma biyolojiya wan dû giyaneweran sûdwergirin û bikarin temenê mirovan ji ewê ku heye dirêjtir bikin.
Tomas Kêrkuod Birêveberê Beşa Pîrî û Tendirustiyê ya li Zanîngeha (Nîwkasêl)a Brîtanya li gotarek de li jêr navê (Ji bo çi mirov nikarê herdem zîndî bimînê?) ku li pêveka taybet bi (merg û temen)a kovara (Sayntîfîk Emerîken) de belav bûye, hewldaye bersîva wê pirsiyarê bide.
Tomas li beşeke gotara xwe de dibêje: Li halek da li zêdetirê giyaneweran de xana seksiyan tenê li nav pêkhata xuda seksiyan an ku cihê dirustbûna hêkan û sperman de hene. Li giyanewerê Hêdra de xana seksi li seranserê leş da hene û ew jî nihêniya temenê bêpayana wî giyaneweriye. Bi awayekî eger laşê Hêdra perçe perçe jî bikîn her perçeyekî laşê wî de dikarîn wekî Hêdra yekî nû geşbikîn.