Nivîsar

Nexweşiya rexnekirina PDKê

Di rojnemeya Tirkî ya bi navê KARINCA nivîskarê rojnameyê Ercan Sezgin gotarek nivîsandiye û behsa naveroka kongreya PDKê dike. Ji behskirinê behtir êrîşê naveroka kongreyê dike û hewldide ku, kongreyek ne serkevtî ji xelkekî re bide diyarkirin.

Malpera bi zimanê Tirkî weşanî dike, Kuzey24.com li ser nivîsa Ercan Sezgîn nirxandinek kin dike û behsa rastiya kongreyê dike. Me ji bo girîngiya vê nirxandinê, ew wergerand zimanê Kurdî.

Kuzey24, wiha nivîsandiye:

“ Nexweşiya rexnekirina PDKê

14emîn kongreya asayî ya PDKê piştî 12 salan li bajarê Duhokê li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û di kongreyê de PDKê peyreva xwe guhert û hem li ser Başûrê Kurdistanê û hem jî li ser tevahiya Kurdan hinek biryar wergirtin. Di Kongreya PDKê de zêdeyî 1000 endaman amadebûn. Mesud Barzanî bi dengê hemû endaman cardin wek serokê PDKê hate hilbijartin.

Li ser pêşniyara Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî bi dengdana vekirî û bi wergirtina hemû dengên nûneran wek cîgirê serokê PDKê hat hilbijartin. Piştre jî li ser pêşniyara Nêçîrvan Barzanî dengdana vekirî di nav endamên kongreyê de hat kirin û bi vê dengdanê Mesrûr Barzanî wek cîgirê duyem ê PDKê hate  hat hilbijartin.

Kongreya ku gelek serkeftî derbas bû, ji aliyê hin derdoran ve awayên cuda  hate nirxandin. Bi taybetî nirxandinên Ercan Sezgîn ji rojnameya KARINCA ya derbarê Kongreyê de, gelek agahdariyên ne rast dane. Sezgin di nivîsa xwe ya bi sernavê “Kongreya PDK’ê piştî 12 salan di bin siya operasyonan de” behsa kongreyê dike û bi zanebûn dezenfarmasyona belav dike.

Ercan Sezgîn di gotara xwe de dibêje ku, Mesut Barzanî Nêçîrvan Barzanî wek cîgirê serokê PDKê tayîn kiriye, herwiha behsa wê yekê jî dike ku Nêçîrvan Barzanî jî Mesrûr Barzanî tayîn kiriye. Lê belê di vê kongreyê de dengdan pêk nehat. Gelekî bi watedare  çima karekî ku bi rizamendiya hemû delegeyan bi dengdana vekirî pêk hatiye, weke Tayîn tê dîtin…

Nivîskar her wiha dibêje, hin nav bêyî hilbijartin ji bo Komîteya Navendî hatine destnîşankirin. Lê dîsa jî em dibêjin, tu kesek bê hilbijartin neketiye tu organên PDKê de. Tenê 10 kesên ji berê yên partiyê ku piraniya wan pêçmergetî kirine di polit Buroya partiyê de cih digirtin, dîsa bi dengdana vekirî li ser pêşniyara Mesûd Barzanî ji bo Komîteya Navendî ya 51 kesî hatin hilbijartin. $1 endamên Komiteya Nawendî jî bi dengdanê hatin kifşkirin.

Dema ku nivîskar di gotara xwe de vê kongreyê rexne dike,ji rastiyê dûr, ramanên xwe  wek pêvajoya kongreyê dide xûyakirin û niyeyeta dide kifşkirin..Eger lêkolînek basît di derbarê kongreyê de bê kirin , dê vekirî bixweyê ku, kesek bi tayîn nehatiye cihekî. Şîreta me ji nivîskar re ew e ku, bila behtir bala xwe bide gotarên xwe û tiştên ne rast belav neke.“

Werger ji Tirkî:Rojevakurd

…..

Back to top button