Civak

Nexweşiya kolera zêde dibe

Piştî erdhejên li Tirkiye û Sûriyê, ji ber bêderfetî û kêmbûna xwarin û vexwarinê nexweşîya kolerayê zêdetir dibe. Hat ragihandin ku li Sûriyê 22 kes ji ber kolerayê mirine û 568 kes jî bi nexweşiya kolerayê ketine.

Komên muxalif yên Sûriyê diyarkirin ku ji ber nexweşiya kolerayê 22 kes mirine û 568 kes jî bi nexweşiya kolerayê ketine. Hat diyarkirin ku li herêma erdhejê di encama xisareta şebekeya avê û binesaziyê de nexweşiya epîdemîk dest pê kiriye.

Piştî erdhejên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ev demek e pispor li ser belavbûna nexweşiyên enfeksiyonê hişyariyê didin. Şer û karesatên xwezayî rê li ber derketin û belavbûna nexweşiyan vedike. Li herêmên krîzê, nexweşiyên wek kolera û tîfo ku bi ava gemarî vediguhêzin û dibin sedema îshalê, gelek caran rû didin.

Back to top button