Newşîrwan ji serî de li dijî dewleta kurdî bû
Endamekî serkirdatiya PDKê ragihand ku ji serî de Newşîrwan Mistefa li dijî dewleta kurdî disekinî, ku dewlet bo gelê kurd hêviyeke mezin bû.Elî Ewnî, Endamê Serkirdatiya ya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Newşîrwan Mistefa bi dirêjahiya dîroka xwe nûneratiya balê iraqçiyê dikir û di nava YNKê de herdem digot emêgirêdayî Iraqê bibin û dest ji mafê xwe yê rewşa berdin, wî tenê kar bo kursiyan dikir.”Ewnî wiha got: “Ji serî de Newşîrwan Mistefa li dijî dewleta kurdî disekinî, ku dewlet bo gelê kurd hêviyeke mezin bû. Wî digot pêwîst nake kurd bibin xwedî dewlet û bila Kurdistan di çarçoveya Iraqê de bimîne. Me wek PDKê şerê axa Kurdistanê dikir û me rêjîma Iraqê neçar kirk u îtîrafê bi axa Kurdistanê bike, ev şoreşa me bû, ne wek şoreşa Newşîrwan ku li ser pereyan e.”