Nivîsar

Newroza 'kurdên baş' û 'kurdên nebaş'

Serokê GUNSÎADê (komeleya karsazên Rojhilata Başûr) Şahîsmeîl Bedîrhanoglu gellek girîngiyê dide pîrozkirina newroza ku di 18ê Adarê li Saraya Çiraganê pîroz kirî. Beriya çend rojan min d’ewet kiribû û ji bo ku ez jibîr nekim jî, car car digeriya. Ev pîroz kirin, li ‘paytextê  Împaratoriyê’ hem jî di qesrekî de pêk dihat. Di heyameke ku di pirsgirêka kurd de tiştên nebaş pêk tên de, ev pîrozkirin ji Bedrhanoglu re pir girîng bû.

Di hemû telefonkirinan de beşdarîbûna wezîran, parlamenterên AK Partiyê, waliyê Stenbolê û bitaybet soz dayîna parlamenterên BDPê û Ehmed Turk bibîr dianiya.

Li Saraya Çiraganê pîroz kirina newrozê ya GUNSÎADê  beriya biryara BDPê ya li Amed û Stenbolê pîroz kirina newrozê bû. BDPê  destûra li qadan  pîrozkirina newrozê xwestibû, lê destûr nehatibû dayîn. Ji ber vê yeke jî bellîbû ku dê newroza 2012 bi gelemşe be. Şeva 17ê Adarê min ji Bedîrhanoglu pirsî, pîrozkirin heye an na? Heke were pîroz kirin dê hin hêl bertek nîşan bidin.

Dê bigotin ‘newroza ku li qadan ji gelê kurd re hat qedexe kirin, li qesran ji burjuvayên kurdan re serbeste’, hat gotin jî.

Ji bo pêdiviya nêrîna dewletê ya’ jihev bike – rêve bibe’ dibetiya bikaranîna hêz ya polîsan hebû, ev texmîn çêbû jî. Li Stenbolê rêvebirekê BDP can da, li herdu bajaran, ji 100 zêdetir kes hatin girtin, bûyer qewimîn. Şûna cejn, pîrozkirin, şahiyê, newroz bû ‘rakeşî’

Şaşiya Burjuvaziya Kurd

Li Saraya Çiraganê pîrozkirina GUNSÎADê pêk hat. Salona mezin tijîbû. Çiqas kesên ku ji bandora PKKê dûrin, heta yên dijberê rêxistinê jî li wira bûn. Yanî kurdên ku ‘dewlet ji wan hez dike’ yanî kurdên baş.

Ji bilî çend parlamenterên AK Partiyê, dewlet ne li wira bû. Lê BDPîyan jî bi hinceta ku wû rojê mirin çêbûye, bûyer qewimîne, beşdar nebûne.

Yanî herdu hêlên pirsgirekê jî ne li wira bûn. Dewlet jî ne li wira bû, kurdên nebaş jî ne li wira bûn.

Di salonê de dengê Tara Jaffa ji Kurdistana Iraqê hebû, li derve dîmena bêhempa ya tengavê hebû. Lê ji ber bûyer û mirina rojê ti tehm ji pîrozkirina newrozê nahtibû.

Du kes axivîn. Şahîsmeîl Bedîrhanoglu di heyama Osmaniyan ku ‘pirsgirêka kurd tune’ de giringiya pîrozkirina newrozê anî ziman. Îsmeîl Beşîkçî jî axivî. Beşîkçî Tirkekê ku ji bo pirsgirêka kurd nêzî nîvê ‘emrê xwe di zindanê de borandiye. Beşîkçî di axavtina xwe de diyar kir ku dewletê mexsûs pêşiya  burjuvaziya kurd girtiye û di çanda demokratik de li ser girîngiya burjuvaziyê sekini. Lê bila tu kes mereq neke, di Saraya Çiraganê de, tevî GUNSÎADê damezrand be jî, burjuvaziya kurd tunebû. Di salên dawî de, di rojevê de ev gotin hebin jî, ‘Burjuvaziya Kurd’ tune ye. Çênebû jî. Çimkî burjuvaziyeka ku dihilberîne, bazara xwe ya netewî rêve bibe, tune ye. Em dikarin behsa kurdên dewlemend bikin.  Ev dewlemendbûn û xwedî milkiya wana  jî, ne ji hilberînê, ji pêwendiyên bazirganiya bi rojavaya Tirkiyê ve û di demên  dawî ji têkilyên bi Kurdistana Bakûr tê.

Endamên GUNSÎADê jî wisa ne. Wana lêqandina têkiliyên di nav bera rojava û rojhilatê de dît û li paytextê Osmaniyan pîrozkirina newrozê saz kirin. Lê ji bo pirsgirêka kurd nêzîbûna dewlet yanî hikumetê, di 18ê Adarê de destur nedana pîroz kirina newrozê, li Stenbol û Amedê,  şînkirina roja cejnê (newrozê) dile wana şkandiye. Şahîsmeîl Bedîrhanoglu jî vê dibêje; ma wê çi bibûya, heke destur bihata dayîn dê çibibûya? Dê îro mirovek ni di bin ‘erdê, dê li mala xwe bûya’

Dewleta Qedexeker  –  Dûrketina Kurdan

Heke dewlet – hikumet li kurdan ji lênêrîna xwe ya ewlehîdar nevegere,  emê di paşerojê de pevçûnan bibinin û di nav kurdan de dê veqetîna ruhî bileztir bibe.

Di Saraya Çiraganê de ez bi gellek Kurdên AKPî re axivîm. Hema hema hemûyên wana behsa vê veqetîna ruhî kir. Min ji tu kesî ji bo pêşerojê heviyên başiyê seh nekir. Xwe ji bandora PKKê dûr digirin lê ji bo ciwanên li Stenbolê biqesawetin. Li gor wana nifşên nû yên li Stenbolê hêdî hêdî diherikin bin vê bandorê. Ez dibinîm ku di rojên dawî de hikumet  û derdora wê, li ser ‘kurdên baş’ û kurdên nebaş disekine. Li ser ekranên televizyon û kursiyên Platforma Abantê ew disekinin. Lê mixabin di nav kurdan de tu qiymetê wana tune ye. Qasî ku ji derdorên îqtidar û kurdên spî çepik dibinin, di wîjdana kurdan de ew qas diteqinin. Zanyarekê Amedî hefteya borî ji kesekê ji wan re got ‘ dev ji gotina ku MİT PKKê damezrandiye berdin. Hûn serîlêdana Apo ya li MİTê  dayî jî bînin, li ba gelê li Amedê tu wateya wê tune ye. Ji bo fêhmkirina sedema vê lazime mirov derbarê îro de lênêrîna wana bizanibe. Îro ne bitenê ew kurdan baş kurdan fêhm nakin. Nivîskarên ku xwe weke berdevkê hikumetê dibînin jî bêhestiyarin.li gor wana ew tiştên orjînal dinivîsin. Çend sal beriya îro şêwirmendên xwedî pênûs yên Tansu Çîller habûn.di wan salan de Tansu Çiller çi dibêje, niha ew jî heman tiştan tînin ziman. Piştî 15 sal, niha kurd zûtir veqetîna ruhî dijîn. Heke hikumeteke azadîxwaz hebûya, me îro dikariya li aliyê dijber ve û zû bilind bibî.

Bînin bîra xwe. 1 gulan 2008 çiqas gemgeşî be, piştî ku 1 Gulanê weke cejn dan zanîn, tu bûyer neqewimîn.

Bila 21ê Adarê weke betlane bidin zanîn. Bila bihêlin, mirov, pîrozbahiya xwe li gor dile xwe pêk bîne.

Ma dê qiyamet rabe…

Cengiz Çandar

 

Xeberênkurdî

Back to top button