Nivîsar

Newroz – roja nû, siûda nû!

Cejna kurda bi navê Newroz, ê ku 21 adarê tê derbas kirin, nîsanek zendîbûn û azadî ye. Wateye “Newroz” ji du peyve tê – nû yanî “teze” û “roz” yanî roj, tê fem kirin wek roja nû, roja ava. Menîya vê jî ev e. Newroz cejnek zeredestî ye kevn e û 21 adarê tê dîlan kirin ji ber ku sal û roj vî çaxî ava dibin, cîhan hevkêsî dibe, heywan û dewar hisyar dibin, xweza sîn dibe, bûz dihela û meriv bi qewetek teze sala nû destpêdikin.

Rojeke ku ronayî ji tarîstanê zêde dibe.Simbola Newroz gelek kûr e. Zivistana berf û sarma wek zewal û wefat tê nêrîn. Her wiha sev û tarîstan bi neyînî ve girêdayî ye. Roj û ronayî jî bi jîyan û erênî ve girêdayî ye. Encam, roja hevkesîya dinyayê ku roj dirêjtir dibe û sev kurttir tê wate – biserketina roj ser sevê û jîyan ser mirinê.

Wek cejnek zendîbûn û hêz, Newroz cîhê xwe ye layîqî berê ewil nav Kurd û Kurdistanê girt û watedar bû. Pasê ji miletên din ya îranî (wek Afgan, Farisan û hwd.) hat destgirtin. Newroz nêrîn û ramana gelek pispora wek cejnek herî qedîm û kevnesopî ya kurda ye û tê derbaskirinê ser arêala Navenda Azîya, Qafkasîya û Îran, kudarê dema xwe de zerdestî  belav bû. Em zanin ku pirranî xelk û gel, ên ku ser van axa diman nêrînê ol û bîr-bawariya xwe guhastinin, lê dîsa jî ev cejn bandora xwe li ser wan merivan hîst.

Menîya Newrozê digihîje dewrana Muhammede pêxamber. Destanek de dîyar dibe:

Gelek çavkanî û berhem dibêjin ku bi navê Deheq qralek hebûye û wî bi salan gelek zilm û zordarî li gelê herême kiriye. Dîsa li gorî wan çavkanî û berheman nexwesiyeke giran Dehaqî digire. Bijîskên wî dibêjin dermanê vê nexwesiyê mêjiyê mirovan e. Divê her roj Dehaq mejiyê du ciwanan li birînên xwe bide da ku ji jana wê nexwesiyê rizgar bibe. Dehaqî ferman da ku her roj Kurdistanî du mêjiyên ciwanan bînin qesra wî. Bi wî awayî Dehaqî bi salan ciwan kustin û zilm û zora xwe li ser gelê Kurdistanê domand.

Kurdistaniya êdî nedixwest ku zarokên wan bên kustin. Wan ciwan sandin çiyayan, ew parastin û vesartin. Roj bi roj hejmara ciwanan li çiyayan pirtir dibû, ji ber ku ji bo jiyaneke azad çiya ji hemû cihan ewledartir bûn. Nêzîkî qesra Dehaqî li gundekî, mirovekî bi navê Kawayê Hesinkar dijî. Wî ji bo leskerê qralî çek çêdikirin. Kawayê hesinkar jî heft zarokên xwe dabûn qralî. Rojekê dor tê kurê wî yê biçûk. Lê belê vê carê, Kawayê Hesinkar ji vê rewsa ku dijî, derdikeve. Ew hemû çekên depoya xwe dide gundiya û li ciwanên li serê çiyê belav dike.

Kawayê Hesinkar serhildanekê mezin dide destpêkirin. Dibin serokatiya wî de gundî û ciwanên serê çiyê êrîsê dibin ser qesra Dehaqê zalim. Ew lêskerên Dehaqî dikujin û qesra wî disewitînin. Gundî û servanên azadiyê heta beyana sibê li ber rewneqa agirê qesra Dehaqî govendê digirin û azadî û serxwebûna xwe pîroz dikin.

Ji wê rojê heta niha 21’ê Adarê ji aliyê kurdan û gelên herêmê ve wekî roja rizgarbûnêû xelasbûnê rê pejirandin. Di wê rojê de kurd agir vêdixin, govendê digirin û cilên wekî kulîlkên heftrengîn werdigirin. Zarok, mezin, jin û mêr, pîr û kal hemû cejna hev û din bi sahî pîroz dikin.

Berê belkî bi awayekê olî Newroz dihat derbaskirin, bes niha em dibihîn in ku cejin bû nîsana azadî û hisreta kurda serbixwe bin. Bê guman ev meraq kurda re girîng e, ji ber ku Kurd û Kurdistan ev çend sedsalan êrêsî û çekdarî hemberî zevtkara û dijminê ên ku nîstman kurda girtine bin destê xwe.
Simbola Newroz agir e. Wan rojan de, ser Newrozê kurd agir berdidin û pist re cahil û gencê wan bêtirs ser re banzdidin.

Ez bi dil û can cejina Newroz ye hemû Kurd û Kurdistana pîroz dikim. Hêvîdar im ku Kurdistan û welatê din ên bindest serfirazî û serbilindî cejin û eydê xwe, erf û edatê xwe, rê û rismê xwe bi welatê serbixwe û rizgarî derbas bikin.

Newroz pîroz be!

çavkanî: çeto özel

Memo Agatî

Back to top button