Civak

Newroz li Qoserê cuda bû

 

Wek tê zanîn eve bi salanê Newroz ji aliyê PKK/BDPê ve tê pîroz kirin. Li Diyarbekir sedê hezaran insan diçin qada Newrozê. Lê mixabin ev Newroz ne li gora naverokek netewî tê pîroz kirin.

Newroza ku PKK pîroz dike tenê alên PKK û sembolên PKKê têne hildan.

Îsal li Qoserê Tevgera Ciwanên Kurdistanê cara yekem newroz li gora nirxên netewî pîroz kirin. Hêjmara kesên li Qada Newrozê ne bi dehên hezaran bûn. Lê bi rûhiyetek netewî hate pîroz kirin.  Qada Newrozê bi alayên Kurdistanê û weneyê nemir Barzanî hatibû xemilandin.

Destpêka pîrozbahiya Newrozê de siruda Ey Reqîp hate xwendin. Hûnermendan di bin alaya kurdistanê de stranên xwe gotin.

Ciwana govend gerandin.

Newroz li gora rûhê Newrozê hate pîrozkirin.

 

Back to top button