Nivîsar

Newroz a pîroz û xemgînî

Çend rojên din Newroze Cejne Pîroz a Netewe Kurd bê te pîroz kirin.Lê hêj xemgînîye qurbanîya erdheja Wanê û bûyerê ko li Gundê Roboskî qewimî li dilê medeye
PKK bê fedîkirin planên pîroz kîrîne Newrozê dike. Berî ko faîlên 34 kesên bê gûneh li Roboskî hatine qaitl kirin derkeve holê, ji bedela hezaran kes di meydanê Newroz kom bike, li ber Encumenî  Wezîran û Meclîsê, li Taqsîm û li Meydanê Derîye çîyê bêne ba hev û daxwaze dîtine faîlên bike û lêpirsîne vî bike. Wan jî dizanin ko cemawerên wisa gewre di bin kontrole wan derkeve û daxwaze Kurdistan a azad bike.

Xalaskirine bîre Netewî  têr nekirin; di ferheng, adet, kevneşop û tore jî  nehiştin . Ji bo her şehîdek hefteyeke şîn girêbidin ev 34 hefte dike. Hêj tijî bûne hefteye yanzdêmîne, hêj êşe hezaren kesê ko di erdheja li Wanê jîyane xwe dest dan dile medeye, ew daxwaza pîrozkirine Newrozê dikin.

Grubê din ye ko daxwazê pîrozkirine Newrozê dike ewin ko; Kurd bûne xwe hêj nûh fêmkirin, Xwedê giravî  “Karsazê Kurd” Günsiad! Günsiadê ko ji bo erdheja li Wanê  nikarîbûn 5 hezar TL bidine hev, ji bo pîrozkirine Newrozê li Qasrê Çîraxanê bi hezaran USD dê xerc bike. Di nav beşdarbûnên de serokwezîr, serokkomar û pêşengên xwedî hêz ye dewlete mêtinger hene û hemû bi hev re pîroz bikin. Heger ji bona vî em, organîzasyonê daxwaze standine par di kulîçe bejin maqultire û em dê rûmete Newrozê ji  destê her dû layê xalas bikin.

Ji alîyê Parêzgeha Amedê reklamê ji bo şerê Çanakkale bi Kurdî hate weşandin. Di reklame de mesajên asîmîlasyonê rê dike binbîr.Selahaddin Demirtaş metodên asîmîlasyonê raxne nake û him jî dibêjî “Kurdî ji bo me qedexeye lê ji bo dewletê serbeste”. Hal ev e ku reklamên li ser bîllboardê ji alîyê dewletê hatiye weşandin ji bo zimanê Kurdî referanseke. Ew ferzendeke mezine lewra, li ber dadgehê zimanekî qedexe li layê dewletê hatiya kar anîn. Lê mixabin Demirtaş rexne xwe li wan reklama dike. Xuya dike ko tirsas PKK eve ye ko; destê ergenekonê ya Kurdistanê dîyar bibe. Lewma beramberî reklame Kurdî  ya parêzgehê di sekinin, çimkî ew tişte ko diparêzin, ji xwe AKP dike.

Qardox Torî

Back to top button