CivakNivîsar

Newroz a 2016ê û rewşa Bakurê Kurdistanê

Li Bakurê Kurdistanê rewşek awarte heye. Gelek bajarên Kurdistana Bakur wek, Wan, Hakkarî, Şirnex, Sêrt, Batman û Diyarbekirê rewş gelekî xirabe. Di ketin û derketina bajaran de hêzên taybet û polis herkesekî disekinînin û lêgerina dikin, nasnameyen rêviyan kontrol dikin.Di vê pêvajoya ku rewşa awarte tê jiyandin behsa pîrozbahiyê Newrozê li Bakur tê kirin.

Ev e du rojin çûyin hatina bajarê Şirnex qedexeye. Rêyên sereke yên Şirnex ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkan ve hatine girtin. Ji 30-40 kilometreyan Şirnex hatiye dorpêçkirin kesek nikare nêzikê deverê bibe. Xelkê Şirnexê ji % 95 bajar vale kiriye. Li Şirnex çi dibe kesek ratiyê nizane.

Ji aliyek din ve, li Geverê û nevçeya Baglar a Diyarbekir jî şer heye. Di vî şerî de hêzên ewlehiya Tirka û çekdarên PKKê jî tedariyê li xelkê dikin.

Di vê rewşê de behsa newrozê tê kirin. Newroz li gelek cihan hatiye qedexe kirin. Lê li Diyarbekir nehatiye qedexekirin. Ev jî dibe sedemek ku, ihtimala ragihandina peyamek ji bo sekinandina şer dertêxe holê.

Tê gotin ku ihtimaleke heye Ocalan ji bo pêvajoya heyî peyamekî bide. Bê guman her gava ku vî şerê qirêj bide sekinandin di berjewendiya xelkê de be.

Lê rastiyek jî heye ku li Bakur piraniya alîgirên PKKê bi xwe li dijê vî şerî ne û li himber malwêrankirina kurda dengê xwe dertêxin û ne razîbûna xwe didin xûyakirin.

Bi kurtahî dewlet li deverên şer heyî hovana êrîş dike. Lê pirs ewe ku siyaseta bûyî sedema vî şerî vekirî nayê rexne kirin. Heta ev yek newê kirin , rastî nayê dîtin.

Helwestên siyasî divê zelal be. Di ava şêlo de kesek nikare rêya xwe bibîne.

Li Bakur du Newroz hene , newrozek a xelkê û yek jî ya PKKê ye. Ew newroza bi însiyatîfa Figen Yuksekdag bê pîroz kirin ne newroz a kurdaye.

Heta ku kurd berb bi newroza xwe ya netewî ve neçin û hestek netewî newrozê pîroz nekin dê her tim li Bakur mehkumê siyaseta PKKê ya malwêran bin.

Bi hestek netewî newroza hemû Kurdistaniyan pîroz be.

Hêviya herî mezin ewe ku, newroza sala 2016ê li Başûrê Kurdistanê gevek din ber bi serxwebûnê ve bibe.

Divê daxwaziya kurdan di vê newrozê de serxwebûn be.

18.Adar.2016

Nûçe analîz/Rojevakurd /N.Firat

Back to top button