Cîhan

Netenyahu bi awayek nehînî serdana Erebistana Saudî kiriye!

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu,bi awayekî nehînî serdana Erebistana Saudî kiriye.

Reutersê dîyar kir ku Netanyahu bi Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Salman û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, ku bo serdanekê li wî welatî bû, civîye.

Ofîsa fermî ya Netanyahu û Balyozxaneya Amerîka ya li Orşelîmê derbarê serdanê hîn ti şirove nekirine.

Rojnameya Haaretz ya Îsraîlê agahîyên ji esmên yên ku raber dikin ku firokek ji Tel Avîvê çûye beravên Neom yên Derya Sor, ku Bîn Salman û Pompeo jî roja Yekşemê li wir kom bûbûn.

Rêvebirîya Washingtonê dijî bandora Îranê ya li herêmê hewil dide ku Erebistana Saudî û welatên Kendavê bi Îsraîlê re peywendîyên xwe normal bikin.

Rîyadê heta niha normalkirina peywendîyên bi Îsraîlê re red kir û dîyar kir ku divê ew berê li gor armancên Filîstînîyan tevbigerin.

Lê, dîsa Saudîyan destûr da Îsraîlîyan ku bi firokên xwe di ser wan re derbazî welatên Kendavê û Asya bibin.

Back to top button