Amerîkaya Joe Biden gelek cûda dibê ji Amerîkaya Donald Trump bi taybetî jî li siyaseta derve de. Yek ji wan Trump xwe bi biraderê Erdogan dinasênê û Îranê bi sizaya aborî birçî kiriye, ewê din dixwaze wekî Obama nermî li gel Îranê nîşanbide û rexne li Erdogan digre.
Lê belê kijan berbijêr ji bo Kurdan başe? Joe Biden ku heman nêrîna Obama da ye di derbarê siyaseta Amerîka li Rojhilata Navîn û li wê baweriyê ye pêwîste Amerîka li Îranê nêzîk bibê, an jî Donald Trump ku baweriya wî eweye Amerîka pêwîste ji navçeyê vekişê û êdî ji vê zêdetir gelek piştgîriyê li hevpeymanên xwe neke.
Joe Biden berbijêrê Serokayetiya Amerîka dibêje: “Tişta dawî ku min bikiriya li hevkirina li gel Erdogan ya di derbarê Kurd bû. Tu demekê min ewe nedikir, min pêştir du civînên wiha di derbarê Kurd li gel Erdogan encamdaye û negihîştîne rêkeftinê”.
Donald Trump Serokê Amerîka dibêje: “Kurd şerkerên başin û xelkeke gelek baş û mezinin. Em niha guftûgo li ser wê babetê dikîn”.
Lê belê bi kirdar Trump piştî salek li wê gotina xwe rê bi tirkiye da êrîş bike ser Rojavayê Kurdistanê û Biden dema li desthilat bû ku Cîgirê Obama bû, palpiştiyê li siyaseta bihêzkirina Nûrî Malikî û desthilata merkeziya Iraqê dikir.