Nêçîrvan Barzanî:Hemû pêkhatên Kurdistanê şanazîyê bi serdana we dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî pêşwazîkirina Papa Francis li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema pêşwazîkirina Papa de got: “Em bi hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê şanazî bi serdana we dikin û her tim li gel aştî û diyalogê ne.”
Nêçîrvan Barzanî ji Papa Francis re ragihand, “Bi navê Herêma Kurdistanê gelek bi germî bixêrhatinê li qedaseta Papa Francis dikin… Serdana we bûyereke dîrokî ya mezin e û cihê şanazî û kêfxweşiyê ye. Em bi hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê şanazî bi serdana we dikin. Baweriya me ya temam bi azadî û fireayînî heye.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha di peyama xwe ya ser twitterê de jî bal kişand ser pêgiriya her timî ya ji bo aştî, azadiya olî û biratiyê û wiha got:
“Di destpêka seredana wî ya Kurdistanê de, şerefmend im ku li Hewlêrê pêşwaziya Papa Francis dikim. Em dîsa pêgîriya xwe ya hertimî ji bo aştî, azadiya olî û biratiyê tekez dikin. Serê xwe li ber Pêşmergeyên qehreman û tevaya şehîdên rêya aştî û azadiya hemû Îraqiyan ditewînin.”