Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlemantoya Iraqê rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê ( Parlemantoya Iraqê) Mihemed Helbûsî kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan rewşa Iraqê gotûbêj kirin.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iraqê Fûad Husên amade bû, herdû aliyan dawî pêşhatên rewşa Iraqê û navçeyê û pirsa damezrandina kabîneya dahatî ya Hikûmeta Iraqê projeyasayên ku niha li Parlemantoya Iraqê ne, hatin guftûgokirin.

Di civînê de herdû alî hevnerîn bûn li ser karê hevbeş û dîtina rêçareyeke erênî ji pirsgirêkan re bi awayekî ku bersiva daxwazên rewa bide û xizmeta tevahiya welat, gel û pêkhateyên Iraqê bide.

Herwiha herdû alî hevnerîn bûn li ser piştevanîkirina li proseya siyasî bo destnîşankirina serokwezîrê dahatî yê Iraqê, bi awayekî ku ligel daxwaza gelê Iraqê de be.

Back to top button