Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Davutoglu li New Yorkê civiyan

Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li Amerîkayê li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ehmed Davutoglu civiya.
Nêçîrvan Barzanî di dema serdana xwe ya bo Amerîkayê de, ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ehmed Davutoglu ve hat pêşwazîkirin û piştre li ser çend mijarên giring civînek lidarxistin. Civîna Barzanî û Davutoglu li New Yorkê di dema civîna 66ê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de pêkhat.

Di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Davutoglu de danûstandin li ser rewşa ser sînorê navbera herêma Kurdistan, Tirkiye û çareserkirina pirsa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin kirin. Civîna navbera Barzanî û Davutoglu civînek ji çapemeniyê re girtî bû û li avahiya Konsolxaneya Tirkiyeyê li New Yorkê çêbû.

Piştî xirabûna rewşa ser sînor Nêçîrvan Barzanî 24.08.2011ê li ser daxwaza Tehranê û bi nûnertiya serokê  Kurdistanê bi awayek fermî serdana Komara Îslamîya Îranê kir. Nêçîrvan Barzanî digel mezine berpirsên Îranê li ser rewşa navçeyên ser sînor û pirsa çemê Elwen civîn lidarxist. Nêçîrvan Barzanî bi armanca rawestandin şerê navbera PJAK û Îranê çû bû Tehranê.

Konsolê giştî yê Îranê yê li Hewlêr Seyd Ezîm Husênî ji Rûdawê re got: “Serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Îranê ji bo rewşa ser sînor aram bibe, bandorek zêde hebû.”

Berpirsê peywendiyên PJAKê Seyîdxa got: “Me bi navbeynkariya hikûmeta herêma Kurdistanê li beramberî Îranê agirbest ragihand. Em hêvîdarin ku Îran jî vê agirbestê li ber çavan bigre û pirsa kurd çareser bike. Ji ber wê hem Îran û hem jî kurd ji vê yekê qezenc bikin.”

Nûçeya hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Davutoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê zêdetir di mediya tirkî de hatiye behis kirin.

Back to top button