PolîtîkRojev

Nêçîrvan Barzanî û Cewad Zerîf, rewşa navçeyê nirxandin

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê û şandeke li gel kir ku ji birêzan Balyozê Îranê li Iraqê, Serkonsolê Giştî yê Îranê li Hewlêr, Konsolê Îranê li Silêmanî û hejmarek ji karbidest û şêwirmendên Wezareta Derveya Îranê pêkhatibûn.

Li civînê de ku birêzan Cîgirên Serok û hejmarek ji berpirsên Herêma Kurdistanê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî behsa peywendiya kevnar û dêrîn ya Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê û piştevaniya berdewamiya Îranê ya ji bo Herêma Kurdistanê di demên dijwar da kir, dûpat jî kir ku Herêma Kurdistanê fakter‌a aramî dibê, bi girîngiyê ve û li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş, li peywendiyên xwe yên li gel Îranê dinêre.

Ji aliyê xwe ve birêz Mihemed Cewad Zerîf ji bilî dûpatkirina xwesta welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên dîrokî yên li gel Herêma Kurdistanê, dilgiraniya xwe beramber wan êrîşên mûşekiyên li ser Hewlêrê hatibû kirin nîşan da û tekez li wê yekê kir ku Îran dixwaze navçe aram bê û hebûna aramî û peywendiya aborî û bazirganiya baş, li berjewendiya her du aliyan daye.

Nirxandina rewşa Iraqê bi giştî, şerê Da’îş û hebûna hevpeymanan li Iraqê, hilbijartina paşerojê ya Iraqê, rêkeftina Hewlêr – Bexda ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, berfirehkirina peywendiyên aborî û bazirganiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Îranê û tevgera bazirganiya ser tixûbên di navbera wan, peywendiyên Hewlêr – Bexda û pêşketinên navçeyê, aliyeke dinê civînê bûn.

Back to top button