Polîtîk
Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihişte Koşka Selam û li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiyan.
Nêçîrvan Barzanî îro danê nîvro gihişte Bexdayê û yekem civîna xwe li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî encam da û piştre li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiyan.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî li ser civîna li gel Adil Ebdulmehdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku “civîna me baş û serkeftî bû”.
Herwiha Wezîrê Avakirinê yê Iraqê Bengîn Rêkanî ji Rûdawê re ragihand ku “civîna me gelek baş û berhemdar bû, dê baştir jî bibe”.