Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdi li Bexdayê civiyan

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 07.02.2019ê serdana Bexdayê kir û digel Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Îraqê civiya.

Di civînê de, têkeliyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal hatin gotûbêj kirin û her du aliyan tekîd li ser girigniya zêdetir pêşdebirina têkelî, hevkarî û hevahengiya di hemû waran da û çareserkirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya destûra Îraqê da kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Adil Abdulmehdî kir ku hewil dide têkeliyên navebra Hewlêr û Bexdayê baştir bike, pirsgirêkên hene çareser bike û berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nîşan da ku bi rêya diyalogê hemû arîşe bên çareser kirin.

Di civînê da ku, Fuad Hisên Cîgirê serokwezîr û wezîrê darayî yê Îraqê, Samir xezban Cîgirê serokwezîr û wezîrê neftê yê Îraqê, Falh Feyaz şêwirmendê Encumena Asayîşa Niştimaniya Îraqê û Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa emnî, pirosesa siyasî û pêşhatêndawiyê yên herêmî bi giştî hatin nirxandin

 

Back to top button