Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulhemîd li Bexdayê civiyan

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan  Barzanî i gel Adil Ebdulhemîd, ku bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatiye erkdarkirin, civiya û li serl pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.Neçîrvan Barzanî îro di dema serdaneke xwe ya ji  bo Iraqê de, piştî civîna li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li gel Adil Ebdulhemîd civiya.Li gor ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de li ser pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê guftûgo hatin kirin. Herdu alî hemfikr bûn, ku hikûmeta paşerojê karibe bersivê bide daxwaz û mafên destûrî yên hemû pêkhateyên Iraqê.Di civînê de pêşketinên siyasî û ewlehiya herêmê bi giştî, ya Iraqê jî bi taybetî, herwiha proseya siyasî û guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin guftûgokirin: “Berdewamiya guftûgoyan û çareseriya kêşeyan di çarçoveya destûra Iraqê de hat dubarekirin.”  

Back to top button