Wek tê zanîn serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo başbûna pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gelek hewldan kirin û her weha ji bo vekirina firokexaneyên Kurdistanê gelek zext ser Ebadî dikira. Dema Firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê vebûn Macron keyfxweşîya xwe da kifşkirin.Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzani jî di hesabê xwe yê Twitterê de nivîsek belav kir spasiya serokê Fransayê kir.Nêçîrvan Barzani dibêje: Ez helwesta serok Emmanuel Macron ya ji bo başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê teqdîr dikim. Ji xwe pêwendiyên bi hêz navbera Kurdistanê û Fransayê de hene. Ji bo ez vê dostaniyê bi hêztir bikim her tişta pêwist dikim.
Pêş
Flaş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Husiyan fûze avêtin Îsrail28/06/2025