Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Şingal ya birîndar e û divê em birînên wê derman bikin

Bi Amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, Fumiyo Îwa sefîrê Japonê li Îraqê, hijmareke wezîr, palamenter û berpirsên îdarî yên deverê, roja 19.11.2015ê di merasimekê de kevirê bingehîn ji bo pirojeyê Haydropawer 36MW li bajarokê Dêrelokê ser bi wîlateya Duhokê ve hat danan. Ev pirojeyê bendava Dêrelokê ji aliyê ajansa alêkaiyên navdewletî a Japonê (CAYKA) di çarçoveya wan qerzên Japon dide Îraqê tê fînansekirin.Di merasimê de çend gotar ji aliyê qaymeqamê Amêdiyê, wezîrê elektirîkê yê hikûmeta herêma Kurdistanê û sefîrê Japonê li Îraqê hatin pêşkeş kirin.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di merasimê de peyvek pêşkeş kir û ev li jêr teksta gotara serokwezîr:Amadebûyên birêz, mêvanên qedirgiranRoja we xweş be, hûn hemû bixêr bên ser çavan.Di destpka vê merasimê de, min divê, bi kêfxweşî ve, bxêrhatineke taybet li Fumiyo Îwa sefîrê Japonê yê Îraqê û şandeya pê re bikim ku, îro ji bo beşdariya merasima danan kevirê bingehîn ji bo pirojeyê haydropawerî 36 MW li Dêrelokê digel me beşdariyê dikin, bixêr bên serçavan.Ez dixwazim sipasiya Japonê bikim û bi taybetî ajansa alîkariyên navdewletî ya Japonê (CAYKA) bikim ku, ji bo encamdana vê pirojeyê di çaçroveya wan qerzên bi Îraqê dide alîkriya hikûmeta herêma Kurdistanê dike û pereyên pêwîst ji bona ancamdana vê pirojeyê berdest dike, di nava du salên borî de jî bi rêya ajansên Neteweyên Yekgirtî (NY) ajansa CAYKA ya Japonê bi buhayê 120 milyon dolar alîkariya koçber û penaberan kiriye. Ji bo vê rewşa niha herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, ev qeriz alîkariyeke mezin e û xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê vê pêngava Japonê bilind dinirxîne. Herwesa, ez dixwazim sipasiya wezareta pilandananê û wezareta elektirîkê yên hikûmeta herêma Kurdistanê bikim ku, ji bona ev piroje bigehije vê qonaxê, danan kevirê bingehîn, her du wezarat gelek li ber xwe daye.Ev piroje ku bi buhayê 165 milyon dolar tê çêkirin dê xizmeteke mezin bo xelkê vê deverê bike û dê enerjiyeke paqij ji karebê ji bo hijmareke mezin ya xelkê deverê dabîn bike, ji aliyekî din ve jî, rêjeyeke mezin ya ava vê deverê, çi ava çem, kanî û rûbaran be, yan jî ava berif, baran û lehiyan be, dê biparêze û dê ji bo gelek pirojeyên avdan û avdêriyê mifa jê bê wergirtin û dê roleke giring di vejandina sektora çandin û zîraetê de li vê deverê hebe.Ev piroje hewcedariyeke pêwîst a deverê ye û herwesa wefadariya hikûmeta herêma Kurdistanê ye li hember xebat û tekoşîna xelkê xebatker û tekoşerê deverê ku bi dirêjahiya hemû şoreşên Kurdistanê berdewam pêşmerge bûne û mal û jiyana xwe ji bo azadî û serkeftina Kurdistanê kirîne qorbanî.Îro jî mêrxas û egîdên vê deverê, gelek merdane beramberî terorîstan rawestane û berevaniyê ji Kurdistanê dikin û bi xûna xwe destkeftiyên herêma Kurdistanê diparêzin. Ji ber hindê xelkê vê deverê, hêjayî gelek gelek xizmet û pirojeyên mezin yên bi vî awayî ye. Em hêvîdar in ku di paşerojeke ne ya dûr de, dê gelek pirojeyên din li vê deverê û gelek deverên din yên Kurdistanê bên encam dan.Amadebûyên hêjaDanan kevirê bingehîn ji bo pirojeyekî bi vî awayî mezin, di vê rewşa aloza Kurdistanê de ku, ji aliyekî şerekî dijwar li ser Kurdistanê hatiye feriz kirin, ji aliyekî din ve jî nêzîkî milyonek û heft sed hezar koçber û penaberan qesta herêma Kurdistanê kiriye, tevî vê jî kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê tê de ye ku ji encamê birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve û nizimbûna buhayê neftê serîhildaye, çêkirina vê pirojeyê peyameke giring e û nîşana wê yekê ye ku, Kurdistan û gelê Kurdistanê di roj û rewşên herî tengav û dijwar de, viyan û îradeya xwe ji bo jiyan û ji bo pêşvebirina jiyanê û avakirina welatê xwe ji dest nade.Encamdana kar û pirojeyan û xebat û tekoşîn û mêrxasiya pêşmerge, kur û keçên welatê me, nîşan û peyameke zelal û eşkereye ku tu hêzên tarî, çi rêxistinên terorê bin û çi jî dijminên mirovatiyê bin, her çi qas hov û dirinde jî bin, nikarin îradeya miletê me bişkînin. Nikarin karwanê Kurdistanê ber bi pêşveçûnê, avakirinê û ciwankariya jiyanê, rawestînin, karwanê kurd û Kurdistanê dê berdwam be.Xelkê Kurdistanê miletekî zîndî ye, miletekî xwedî îrade, mirovdost û jiyandost e, aşiqê avakirin û avadaniyê ye, ji ber hindê, tevî hemû zehmet û astengiyan, em dê li ser avakirin, binyatdanan û avakirinê berdewam bin. Berê me hertim dê li avakirina welêt û xizmetkirina xelkê Kurdistanê be.Mêvanên hêjaHûn hemû dizanin ku heftiya çûyî, bi mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê û bi serperiştiya raste rast ya cenabê serok Barzanî û piştgiriya hêzên hevpeymanan û bi taybetî hêzên asîmanî yên Amerîkayê, Şingal û derdûra wê ji destê tawankar û terorîstên DAÎŞ hat azad kirin. Azadkirina Şingalê dirbeke mezin ya leşkerî û lojistîkî bû bi terorîstên DAÎŞ ketî. Vê serkeftinê mezintirîn rêya têkeliyên û piştevaniya DAÎŞê a di navbera Suriyê û Îraqê de bi timamî birî.Herwesa serkeftineke mezin bû ji bo herêma Kurdistanê ku dê bi awayekî ber bi çav û ji bo xizmeta Kurdistanê gelek nexşe û hevkêşeyên leşkerî û siyasî jî li deverê biguhere. Dastaneke din ya mezin ya pêşmegeyê Kurdistanê bû ku, îro ew cîyê qedir û serbilindî û semboileke mezin a Kurdistanê li ser ta serî cîhanê ye.Rizgarkirina Şingalê ne dumahî ye. Şingal ya birîmdar e û divê em birînên wê derman bikin, avadankirina Şingalê, kar û wezîfeyeke mezin ya neteweyî û niştimanî ye û tiştekî hêsan jî nîne, hikûmeta herêma Kurdistanê dest pê kiriye û dê pilaneke piralî ji bo avadankirina Şingalê amade bike. Hikûmet dê her bi awayî lêbixebite ev bajêr ji berê baştir bê avadan kirin, lê di vê rewşê niha em tê de ne, ji bê vê wezîfeya mezin, em hewcedarî alîkariya navneteweyî û welatên Komekbexiş bi giştî û herwesa bi hikûmeta Îraqê jî heye.Em hêvîdar in Japon weke welatekî komekbexiş ku piştî sala 2003ê roleke ber bi çav di warê avadankirina Îraqê de lîstiye, ji bo avadankirina Şingalê jî alîkariyê bike. Li vir ez daxwazê ji parlamentoya Îraqê dikim ku, pirsa qerizê nû yê Japonê bo Îraqê li ser beşa herêma Kurdistanê ji wî qerzî pesind bikin.Ji bo vê yekê daxwazê ji civaka navdewletî û hikûmeta Îraqê dikin ku, ji bo avadankirina Şingalê, alîkariya pêwîst ji herêma Kurdistanê, xelkê Kurdistanê, xelkê Şingalê û deverê re bikin. Divê hikûmeta Îraqê, di warê avadankirina Şingalê de wezîfeya xwe bi cî bike û alîkariya xelkê wê bike.Hikûmeta herêma Kurdistanê, berî dagîrkirina Şingalê, bi buhayê bi sedan milyon dolaran kar û piroje di gelek warên cudayên jêrxan û xizmetgozarîyên giştî û perwerdê de li Şingalê encam dane û alîkariya Şingalê kiriye û bi taybetî jî sektora taybet teşwîq kiriye ku li Şingalê pirojeyan encam bide.Em hêvîdar in, wekw Şingalê, hemû deverên din yên herêma Kurdistanê û Îraqê jî ji bin destê reşê DAÎŞê de bên azad kirin daku xelkê wan deveran, hevwelatiyên me yên êzidî, mesîhî, şebek, tirkmen û ereb bo ser çî, mal û warên xwe vegerin û jiyaneke nû dest pê bikin, êş û kovanên çûyî, hêdî-hêdî digel avadankirinê û çandina hêvî û umêda ji bo jiyaneke nû, sivik bibin. Ji bo vê çendê jî hikûmeta herêma Kurdistanê tiştê ji destî bê dê bike û xemsariyê nake.Careke din bi germî bixêrhatina we hemûyan dikim û bi taybetî mêvanê me yê rêzdar sefîrê Japonê li Îraqê dikim. Sipasî û destxweşiyê li wezîr û wezaretên peywendîdar û hemû wan kompaniya dikim yên ku vê pirojeyê encam didin. Hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim, hêvîdar im em gelek carên din ji bo danana kevirê bingehîn û encamdana gelek merasimên din yên weke vê merasimê, digel we şad bibin.Sipasiyeke taybet ji bo kompaniya Îtalî ku karê şîretmendiyê ji bo vê pirojeyê kiriye, sipasiya kompaniya Zozik dikim û hêvêdarim bi baştirîn awayî vê pirojeyê timam bikin, sipasiya kompaniya Farab ya Îranê dikim û şirîkên wê yên îmaratî dikim û hêvîdar im ev pirojeye bi awayekî baş û rêkûpêk bê çêkiirn.Silav û rêz û nemirî bo canê paqijê şehîdên Kurdistanê ku, bi xêra xûn û xebata wan îro bihust-bihust û gav bi gav Kurdistan tê azadkirin û sibê jî dê bê avadan kirin. Em serê xwe li hember mezinî û pîroziya canê wan şehîdan diçemînin. Bi vê minasibetê, em her du qurbaniyên japonê; Kîncî Gotu û Harona Yikawa bi bîr tînin ku, di destpêka vê salê bi awayekî hovane ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve hatibûn şehîd kirin, em hevsozên malbatên wan in.Hemû alî, careke din bi xêr bên ser çavan û li we pîroz be û em li benda pirojeyên mezintirin ji bo devera we ji ber ku devera we hêjayî piroje û karên zêdetir e.

Back to top button