Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron konferansek rojnemevanî li darxistin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron beşdarî di civîneke hevbeş ya çapemeniyê de kirin.
Di destpêka civînê de Nêçîrvan Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê bixêr hatina Macron kir û anî ziman ku kêfxweşin bi pêşwazîkirin ji Macron.
Nêçîrvan Barzanî herwiha anî ziman ku di civînê de li gel Macron behsa rewşa siyasî ya Îraq, Kurdistan û deverê kirine û balkêşandine ser metirsiyên heyî yên li berdem prosesa siyasiya Îraqê û pêşeroja Îraqê û balkêşandine ser metirsiyên terorê.
Barzanî anî ziman ku di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê jî kirine û tekez li ser pere pêdana zêdetir ya têkiliyên han kirine.
Serok herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku Franse bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê xwedan roleke girîng bûye bi taybetî di sala 2017an de.
Nêçîrvan Barzanî serdana Macron bo Bexda û beşdarî kirin di kongreya Bexdayê de jî diyar kir ku, ev serdana han peyameke girîng û eşkereye bo berdewam bûna Franseyê li ser piştîvanî kirina Îraq û Kurdistanê.
Barzanî anî ziman ku Kurdistan bo pêşde birina têkiliyên xwe li gel Franseyê amadeye û tevahiya karasaniyên pêwîst jî bo hêlbirêner û kompaniyên Fernsî li Kurdistanê de hatiye kirin.
Nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku, Kurdistan û Îraqê hevbeşên rastîn yên Franseyên e li deverê de.
Pişt re Macron jî spasiya Serokê herêma Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê kir û balkêşande ser serdana xwe û anî ziman ku yekem car serdana Bexdayê kiriye û di kongreya Bexdayê de beşdar bûye, pişt re serdana Hewlêr û Mûsilê jî kiriye û serdana han gelek baş û erênî bûye.
Macron diyar kir ku, di civînên xwe yên li gel rayedarên Îraq û Kurdistanê de tekez li ser berdewam bûna piştîvaniya Franseyê bo şerê dijî DIŞIê kiriye û Franse hevsozê Kurdistanê dibe û berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê di her warî de.
Macron tekez li ser vê yekê kir ku, têkiliyên kevnar yên dostane di navbera Kurdistan û Franseyê de hene û berdewam dibin li ser bihêztir kirina têkiliyên han.
Derbarê rewşa Şingalê û Mesîhiyên Îraqê yên deşta Nînovayê de jî Macron diyar kir ku, li gel hikûmeta fedralî û hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam dibin li ser hewldanên xwe yên bo vegerandina awareyan bo warên xwe û dabîn kirina aştî û aramiyê li deverê de. Li Rojavayê jî bi heman awayî hewldanên me berdewam dibin.
Macron di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, Kurd xwedan roleke girînge li deverê de û lazime ev rol li berçav were girtin.
Nav hatî di dawiya axaftinên xwe de anî ziman ku li gel Serokê herêmê, Serokwezîrê herêmê û Serok Barzanî civiyaye û civînên han jî gelek baş û erênî bûne.