Cîhan

Nêçîrvan Barzanî: Referendum mafê xelkê Kurdistanê ye

Şandeya Lubnanê ya bi serokatiya Avîdîs Gîdaniyan wezîrê tûrîzmê ku, ji serokê rêvebirina grûpa kompaniyên Maliya, serokê kompaniya Rotana û hijmareke bazirganan pêkhatibû û ji bona vekirina hotela Rotana ya duyem serdana Herêma Kurdistanê kiriye, roja yekşemê 30.04.2017ê li bajarê Hewlêrê digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê civyan.Di civînê de, wezîrê tûrîzmê yê Lubnaê got ku tevî wê kirîza rastî herêma Kurdistanê hatiye û tê de derbas dibe, lê serokatiya Herêma Kurdistanê bi siyasiyeteke hekîmane kariye rûbirûyê wê kirîzê bibe, wî got jî di vê çarçoveyê de xalên hevbeş di navbera Lubnan û Kurdistanê de yehe ku Lubnan jî di eynî kirîzan de derbas bûye.Gîdaniytan behsa siyaseta welatê xwe kir û got ku Lubnan sektora taybet teşwîq dike li Herêma Kurdistanê sermayeyê xwe di warên cuda de birazînin, jiber ku Herêma Kurdistanê herêmek aram e û bi awayekî baş alîkariya bazirgan û sermayedarên biyanî dike.Nêçîrvan Barzanî sipasiya xelk, hikûmet û sektora taybet ya Lubnanê kir ku her ji destpêka azadkirina Îraqê û heta niha, di pêşdebirina êkonomî û baştirkirina înfrastrukrura û veguhastiba tecrûbeya serkeftiya Lubnanê bo Herêma Kurdistanê roleke ber bi çav hebû û hêvî xwest Lubnan li ser wê rola xwe berdewam be û berfirehtir bike.Serokwezîr îşaret bi wê yekê kir ku vekirina hotela Rotana duyem li Hewlêrê di vê rewşa dijwar de wê yekê nîşan dide ku sermayedarên biyanî bawerî bi siyaseta hikûmetê û aramiya Herêma Kurdistanê heye û ev yek jî cîyê dilxweşiyê ye.Barzanî diyar kir ku, şerê dijî terorîstên DAÎŞ ber bi dawiyê diçe û divê pilan û siyasetke giştgîr ji bo çareserkirina pirsgirêkên piştî qonaxa DAÎŞê hebe, ji ber ku şerê dijî DAÎŞê bi tenê di ware leşkerî de nine, lê şerê îdolojî jî ye.Li dor encamdana referndumê jî, serokwezîr got ku referendum mafê xelkê Kurdistanê ye û giringe ev pirs digel Bexdayê bi diyalogê bê çareser kirin, ji ber ku, Herêma Kurdistanê Bexdayê bi şirîka xwe dizane û dikare Herêma Kurdistanê ji bo geşkirina êkonomiya Îraqê bibe bingehek baş.Nêçîrvan Barzanî têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Lubnanê de bi têkeliyên dîrokî wesif kir û behsa karesatên bi sere xelkê Lubnanê de hatine kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê amadeye têkeliyên xwe di hemûm waran de bi Lubnanê re zêdetir xurt û berfireh bike.

Back to top button